spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

30 sal in girtî ye lê dîsa wî bernadin

Înfaza girtî Teyfîk Yaşli yê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin, li gel ku cezayê wî qediya ye jî nayê berdan

Înfaza girtî Teyfîk Yaşli yê 30 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2’yan a Kiriklar a Bûcayê tê ragirtin, li gel ku cezayê wî qediya ye jî nayê berdan.

Girtiyê siyasî Teyfîk Yaşli di 1993’yan de bi îdiaya “Yekitî û yekparebûna dewletê xera kiriye” li Amedê hate girtin. Yaşli 30 sal in girtî ye. Diviya bû Yaşli di 24’ê tîrmeha 2023’yan de bihata berdan. Lê Lijneya Çavdêriya Karkeriyê bi hinceta cezayên “disiplînê” yên di salên 2016, 2017 û 2022’yan de wergirtine, berdana wî taloq kir. Cezayên disiplînê yên der heqê Yaşli de ku dema hate girtin 20 salî bû, nerazîbûna li dijî binpêkirina mafan û notên ku di serdegirtinên qawîşê de ji pirtûkan girtiye, weke hincet hatin nîşandan.

Bi hinceta notên ku ji pirtûka “Nîşeyên Hevdîtinê yên Îmraliyê” ya li pirtûkxaneya girtîgehê girtiye, cezayê disiplînê dane Yaşli. Beyanên Yaşli yê got ku nîşe ne yên wî ne esas nehatin girtin. Ne Dadgeha Înfazê ne jî Dadgeha Cezayê Giran hewcehî bi rapora kesê pispor a “destnivîsê” nedît. Ji ber vê yekê 13 roj cezayê hucreyê dan Yaşli. Ji taloqkirina înfaza Yaşli re xala 17’emîn a Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) hate nîşandan.

Îtîrazên ku parêzerên Yaşli têkildarî cezayên disiplînê yên ji Yaşli re hatine birîn kirin jî hatin redkirin. Serlêdana par ji bo Yaşli bi daxwaza xerakirina “di berjewendiyên hiqûqê de” yên cezayên disiplînê li Midûriyeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Dadê hate kirin bêyî hincet nîşan bidin hate redkirin. Parêzerê Yaşli ji bo cezayên dîsîplînê xera bike di 24’ê tîrmehê de daxwaznameyeke bi hûrgilî amade kir û bi heman daxwazê bi rêya Dadgeha Înfazê ya Bolûyê serî li Midûriyeta Giştî ya Karên Ceza ya Wezareta Dadê da. Hêj jî bersiva serlêdanê nehatiye dayîn. Yaşli yê 30 sal in di girtîgehê de ye, heke îtîraz neyên qebûlkirin wê 6 salên din jî di girtîgehê de bimîne.

Parêzerê Yaşli, Emrah Baran ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku bi awayekî zanebûn cezayên dîsîplînê li girtiyên siyasî tê birîn û wiha got: “Heke girtî zêdetirî sê cezayê dîsîplînê bigirin, nikarin ji berdana şertê kontrola edlî sûdê bigirin. Li dijî girtiyên siyasî bi zanebûn van polîtîkayan dimeşînin. Ji ber nîşeyên ji pirtûkan girtine û danîna derî cezayê hucreyê dane muwekîlê min. Di doza derbarê girtiyên muwekîlê min jî di nav de bi hinceta lêdana derî hatiye vekirin de biryara beraetê hate dayîn lê cezayên disiplînê nehatin rakirin. Niha mayîna muwekîlê min a di girtîgehê de 6 salên din dirêj bûn.“

Baran, anî ziman ku pêkanîna tê meşandin “hiqûqa ceza ya dijmin e” û wiha got: “Qanûna di TMK’ê de cih digire tenê ji bo girtiyên siyasî tê bikaranîn. Ji bo muwekîlê min bê berdan em ê pêvajoya hiqûqî bidomînin.”

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz, taloqkirina înfaza Yaşli bir rojeva Meclisê. Boz bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.

Ajansa Mezopotamya