30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna ekolojiyê ya li Kurdistanê: Erdnîgarî û zimanî ye

Ji Polen Ekolojiyê Îlayda Meltem Eroglû, diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê ya Kurdistanê ne tenê ji bo erdnigariya Kurdistanê ye di heman demê de ji bo kevneşopî, ziman, çand û pirgirêka mezhebi ye.

Xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tê talankirin. Li gelek deverên welat dar tên birîn û ji aliyê leşkeran ve deverên ku dar nikarin li wan bên birîn jî tên şewitandin. Herî dawî dîmenên leşkeran ên şewitandina daran derketin holê. Her wiha ji bilî van mudaxaleyên leşkerî yên li dijî xwezaya Kurdistanê bi armanca rantê gelek mudaxaleyên aborî yên di bin navên cuda de jî li xwezaya Kurdistanê tên kirin. Li gelek deverên Kurdistanê jî tevî ku qet ne hewce ye bi armanca rantê di bin navê “ewlehiyê” de bendav tên çêkirin.

Her wiha xebatên çandî yên ku sazî û dezgehên kurdan dixwazin li dar bixin di çarçoveya heman polîtîkayê de tên astengkirin. Li şûna xebatên çandî yên ji aliyê kurdan ve xebatên “çandî” yên dûrî çanda kurdan ji aliyê dewletê ve bi destê qeyûman li Kurdistanê tên pêşxistin. Armanca êrîşên li dijî xwezaya Kurdistanê û astengkirina xebatên çandî yên kurdan tekbirin bîra kurdan e. Herî dawî hat xwestin ku 21’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê jî bi heman armancî bê qedexekirin. Lê ji ber bertekan tenê ji beşeke festîvalê re astengî derxistin û destûr nedan ku hin komên muzîkê tev li festîvalê bibin.

Endamê Platforma Jîngeh û Bajarvaniyê yê Meletiyê Hasan Kaya û Endama Komeleya Hunerê ya ji bo Xwezayê Goksel Ezelturk û ji Polen Ekolojiyê Îlayda Meltem Eroglû ku tev li 21’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bûn, der barê êrîşên li dijî xwezaya Kurdistanê de ji rojnameya me re axivîn.

Endamê Platforma Jîngeh û Bajarvaniyê yê Meletiyê Hasan Kaya, diyar kir talana xwezayê li her derê welat dewam dike û wiha got: “Bi taybetî jî li Cûdî, Dêrsim, Meletî, Erzîngan, Sêwasê dewam dike. Li gelek deverên Kurdistanê daristanên me tên şewitandin. Bi êrîşên di bin navê arizîbûnê de rê li ber talana xwezayê vedikin. Divê Cûdî û Akbelen li ser esasê hevgirtinê di xaleke hevpar de bên cemhev. Piştî salên 2000’î her tim daristanên me tên şewitandin û bi hinceta xerabûna wesayîtan rê li ber şewat û talankirina xwezayê vedikin. “

Têkoşîna ekolojîk

Kaya, bal kişand ser qetlîama xwezayê û ev tişt anî ziman: “Divê em bi karker, gundî, memûr, xwendekar, betalên ku li vê herêmê ji qetlîama xwezayê zirar dîtine re bên cem hev. Divê em li dijî vî şerî bisekinin. Rêya vê yekê jî di têkoşînê re derbas dibe. Li welat divê ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdehiya hişmendiyê bê dayîn. Dema em li Sûriye, Îran û Iraqê dinêrin, ji her sê welatan jî koçberî hene. Pevçûnên navxweyî çêdibin. Têkoşîna ekolojîk û têkoşînên din dikarin li dijî vî şerî bibin yek û bi hev re şer bidin sekinandin.”

 Berteka li dijî polîtîkayên rantê

Endama Komeleya Hunerê ya ji bo Xwezayê Goksel Ezelturk jî di destpêka axaftina xwe de polîtîkayên rantê yên desthilatê şermezar kir û wiha got: “Gelên ku li vê herêmê dijîn hemû jî bi polîtîkayên ranta desthilatê re rû bi rû dimînin. Divê ku gelên li van herêman dijîn rê û derfetan nedin desthilata heyî. Demeke dirêj e li her aliyên welatê me hemû xwezaya me di bin êrîş û talankirinê de ye. Divê ku mirov li xwezaya xwe xwedî derbikeve û ji erdnîgariya xwe re rêzdar be. Divê desthilat jî fêrî jiyana xwezayê bibe, ji ber ku ew bixwe jî perçeyekê ji vê jiyanê ne. Di vê mijarê de pêwîstiya me bi hişyariyeke zêde heye. Divê em vê yekê bi hev re bikin meriyete.”

Dar jiyan e

Di berdewama axaftina xwe de Ezelturk, bal kişand ser darên ku bûne dîroka vî welatî û wiha axivî: “Talankirina darên sed salî talankirina dîrok û çendê bixwe ye. Pirsgirêka ku em jê re dibêjin qeyrana avhewayê ev pirsgirêk pêşiyê li tune kirina jiyanê xwezayê dike. Avhewa dê bandoreke gelek cidî li ser zêde bûna germê bike. Hikûmet li aliyê sermayeyê ye yan jî sermaye bi hêza hikûmetê tevdigere. Têkoşîna ekolojîk divê bibe rêber û hemû ferdên civakê li vê têkoşînê xwedî derbikevin.”

Em bi hev re şer bikin

Ezelturk, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em dibêjin, ji çiyayên Kurdistanê yên weke Cudî û Licê û li her deverên welat ji Kazdaglariyê heta Dêrsimê ji Îkizdereyê heta Akbelenê xweza sînor nizane. Werin em vê qetlîamê li derê bi hev re rawestînin. Mixabin ger em li dijî van kiryaran dernekevin em ê welat bi tevahî winda bikin.”

Ji Polen Ekolojiyê Îlayda Meltem Eroglû jî destnîşan kir ku çend sal beriya niha dest bi projeya li dijî hişmendiya GAP’ê kirine û wiha got: “Lê dîsa jî desthilata heyî dest ji qirkirinê berneda. Mixanbin her cara ku bendav têne çêkirin, bêhtir qirkirina xwezayê jî pêk tê. Desthilat bi hinceta kanên medenên mîna zêr, zîv, bor, baqir, komir gelek deverên Kurdistanê daye ber talankirinê. Niha jî dest diavêjin çem û rûbarên ku bi hezaran cureyên zindiyan tê de dijîn.”

Armanc tunekirina zîndiyan e

Eroglû, bi bîr xist ku weke bajarên din erdnîgariya Dêrsimê jî bi qirkirin û talankirinê re rû bi rû dimîne û wiha axivî: “Çiyayên Dêrsimê bi ajalan şên e, ji bo wan ji holê rakin dest bi qetilkirina van jî dikin. Dixwazin ku hemû erdnîgariyê bê zindî bihêlin û ji mirovan xalî bikin. Dixwazin ev tişt weke madeyekê hişbirê di nava civakê bidin qebûlkirin. Armanca wan ew e ku li welatê me hemû kesan ji xwe re bikin kole. Piştre jî mirovên me yên ku di van projeyan de dixebitin, hemû tên jehrîkirin. Ev tişt dibe sedema pençeşêrê ku li ser mirovan bandor dike. Mixabin li vir sermayeyê mirovahiyê kiriye bin bandora xwe. Dema ku em dixwazin li Kurdistanê têkoşîna xwe bidin meşandin bi feraseteke faşist re rû bi rû dimînin. Kesên ku li erdnîgariya Tirkiyeyê xwedî derdikevin lê mixabin li erdnîgariya Kurdistanê xwedî dernakevin.”

Têkoşîna ekolojiyê ya li Kurdistanê

Di berdewamiya axaftina xwe de Eroglû, bal kişand ser asta texrîbkirina erdnîgariya Kurdistanê û wiha pêde çû: “Li Kurdistanê ne tenê gund tên şewitandin û valakirin, li gelek deverên welat goristanên me jî têne texrîbkirin û gelek mal, rêz, xweza û erdnîgariya me dibin avê de tê hiştin. Niha zimanê me jî bi bişaftineke mezin re rû bi rû ye. Têkoşîna ekolojiyê ya Kurdistanê ne tenê ji bo erdnigariya Kurdistanê ye, ji bo kevneşopî, ziman, çand û pirgirêka mezhebi ye jî.”