spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gultan Kişanak tev li merasîma cenazeyê xwîşka xwe bû

Siyasetmedara kurd Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê girtin, ji bo tev li merasîma definkirina cenazeyê xwîşka xwe Zeynep Ozer bibe anîn Xarpêtê.

Xwişka Hevşaredara ber ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Kandirayê tê girtin Zeynep Ozer, duh li Xarpêtê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Wê cenazeyê Ozer îro li gundê Sun ê Xarpêtê bê veşartin.

Beriya ku cenazeyê Ozer li gundê Sun bê veşartin li Cemxaneya Ehlî Beyt a li taxa Fevzî Çakmak a navenda Xarpêtê merasîma olî hat lidarxistin. Kişanak ku bi balefirê ew anîn Balefirgeha Xarpêtê li vir tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bû.

Gelek parlamenterên Partiya Çepên Kesk û dostên Kişanak jî li merasîmê amade bûn sersaxî danê.

Piştî merasîma li cemxaneyê dê xwîşka Kişanak li gundê Sûn ê Xarpêtê bê definkirin û tê payîn ku Kişanak tev li merasîma definkirina cenaze jî bibe.