5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiya Çepên Kesk ji bo tecrîdê daxwaza avakirina komisyona lêkolînê kir

Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin xwest, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaz kir ku komîsyoneke lêkolînê li Meclisê bê avakirin.

Hewldanên şikandina tecrîda li Îmraliyê didomin û di vê çarçoveyê de Parlamentera Colemêrgê ya ji Partiya Çepên Kesk Oznûr Bartin, bi pêşnûmeyekê daxwaz kir ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komîsyoneke lêkolînê li Meclisê bê avakirin.

Bartin, di beşa hincetê ya pêşnûmeya xwe de bi bîr xist ku ji 25’ê adara 2021’an ve bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin. Bartin, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mewzûata neteweyî û peymanên navneteweyî ye, helwesteke kêfî û cihêkar e û gelekî girîng e ku dawî li tecrîda li ser Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê bê anîn.