2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna 25’emîn a Doza Kobanê hat lidarxistin

Rûniştina 1’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Alp Altinors  di danişînê de wiha got: “Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne.”

Li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 20 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 1’yemîn a danişîna 25’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Di danişîna doza ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate birêvebirin de parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) amade bûn.

Hin siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn, kesên di girtîgehên cuda de tên ragirtin jî bi SEGBÎS’ê beşdar bûn. Danişîn bi xwendina mutalaaya dozger a têkildarî derbas kirina berçavan a girtinê dest pê kir.

Piştî xwendina dozger a mutalaayê danişîn bi parastina siyasetmedarên girtî ya li dijî mutalaayê berdewam kir.

Altinors: Mutalaa weke îdianameyeke nû ye

Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Alp Altinors ê di danişînê de axivî, bal kişand ku sozên Serokkomarê AKP’î di çarçoveya Doza Kobanê de teşe digirin û wiha got: “Recep Tayîp Erdogan bi rêya we kampanyaya hilbijartinê dimeşîne. Erdogan dibêje ‘Qasî ku em hebin şansê Selo nîne ku ji girtîgehê derkeve’. Hûn tenê ji kesên tên darizandin re dikarin bibêjin ‘parastina siyasî nekin’ lê doz siyasî ye. Hûn nikarin ji kesên tên darizandin re bêjin parastina siyasî nekin. Girtina me di encama darizandina siyasî de berdewam dike. Em bi mutalaaya mega re rûbirû ne. 5 hezar û 280 rûpel e. 2 mehan de ne pêkane ku li dijî mutalaayeke wiha mirov parastinê bike. Mutalaa weke îdianameyeke nû ye.”

Akat Ata: Di mutalaayê de delîlek jî nîne

Siyasetmedar Ayla Akat Ata ya pişt re axivî, diyar kir ku dadgeh 2 sal û nîvin wan paşguh dike nabîne û wiha got: “Di îdianameyê de yek peyv jî ji bo berjewendiya xwe nedît. Şahidên vekirî hatin guhdarkirin, gotin kesê ji me nas nake. Ev darizandin ji derveyî vê eywanê tê birêvebirin. Kesên ji derveyî vê eywanê biryarê didin hene. Em siyasetmedar in elbet em ê biaxivin. Em ne mecbûr in bi zimanê desthilatê biaxivin. Ez siyasetmedar im dikarim fikra herî dij jî bînim ziman. Ji bilî tundiyê. Wezareta Malbatê ya vî welatî Derya Yanik bûyerên li Erziromê di çarçoveya ‘hesasiyetê’ de nirxandin û banga tundiyê kir. Kîjan dozger dikare derbarê Yanikê de dozê veke. Em ji dosyayên ku me beraet kirine tên darizandin. Em li Tirkiyeyê partiya guhertin, veguhertin û demokrasiyê bûn. Em yekane partiya ku dixwaze li vî welatî pirsgirêka kurd were çareserkirin. Di mutalaayê de delîlek jî nîne ku ne 2 sal û nîv tenê 2 deqîqe û nîvan girtî bimîne.”

Aşan: Siyaseta kurdan weke sûc tê hesibandin

Aynûr Aşan a pişt re mafê axaftinê girt bal kişand ku mitîngên ku têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di îdianameyê de cih digirin û wiha got: “Daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc e? Sûcekî qanûnî di vir de heye an na? Di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Qedexeye ku kurdek bêje bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê dixwazim lê desthilat dikare bibêje. Her rêya lêgerîna siyasetê ya kurdan weke sûc tê hesibandin. Yekane navnîşana demokrasî û azadiyê Partiya Çepên Kesk e, xebatkarên jin ên Partiya Çepên Kesk in. Bendewariya me ya ji Amedê derxistina 12 wekîlan e. Ez hemû hevalên xwe silav dikim û tu sûcdariyên di îdianameyê de hatine kirin qebûl nakin.”