17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Em ê yan bibêjin ‘erê’ yan jî ‘bes e’

Platforma Tenduristiyê ya Amedê “Belgeya Helwesta Hilbijartinê” eşkere kir û wiha got: “Em ê ji polîtîkayên îktîdara roj bi roj otorîter dibe re bibêjin ‘erê’ yan jî ‘bes e.”

Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî hilbijartinê 14’ê Gulanê “Belgeya Helwesta Hilbijartinê” eşkere kir. Daxuyanî li Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê hate dayîn û pankarta “Heta demokrasî nebe tenduristî nabe” hate vekirin. Belgeya helwestê ji hêla Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan ve hate xwendin.

Turan, anî ziman ku li Tirkiyeyê girîngtirîn hilbijartin dê bên lidarxistin û wiha got: “Ev hilbijartin ne tenê hilbijartina parlamenteran û serokkomar e. Di heman demê de em ê ji polîtîkayên îktîdara roj bi roj otorîter dibe re bibêjin ‘erê’ yan jî ‘bes e.’ Ber bi hilbijartinê ve îktîdar zexta xwe ya li ser muxalîfan zêde dike. Zimanê qebe û tundiyê weke amûreke zextê bi kar tîne, nirxên olî bi kar tîne, cihêkariyê dike. Hilbijartineke bitendurist yekser girêdana xwe bi pêvajoyeke bitendurist a hilbijartinê heye. Li cihekî otorîter û di mercên newekhev de, pêvajoyeke demokratîk a piranîparêz û pêvajoyeke bitendurist a hilbijartinê çênabe.”

‘Hewl didin temenê krîzên piralî dirêj bikin’

Tûran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de qada tenduristiyê, îktîdarê di 21 salan di her qadê de texrîbat kir. Îktîdara heyî bi ‘Bernameya Veguherîna di Tenduristiyê’ hewl dide temenê krîzên piralî yên afirandî dirêj bike. Lê ji ewil di bin barê pandemiyê de û piştre jî di bin barê erdhejê bi temamî têk çû. Bi meha ye derfetên cihê mayînê yên biewle û bitendurist û avê nehatin afirandin. Ji ber polîtîkayên dijminatî, cihêkar û yên ku xizan dikin, em di nava krîzeke aborî ya giran û di bin zexteke otorîter de dikevin hilbijartinê.”

Turan, got ku ew weke Platforma Tenduristiyê ya Amedê bang li her kesî dikin ku dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê bidin û daxwazên xwe wiha rêz kir:

“* Em wan ferasetên li gel ku ji bo pêvajoyeke bitendurist a hilbijartinê hemû derfetê di dest de hene jî bêhelwest tevdigerin bi dengên xwe mehkûm bikin.

* Dengê xwe em bidin partî û tifaqên ku dawî li polîtîkayên nexweş weke mezêxer û muşterî dibîne tîne, bi vesazkirinên nû re dema pêwîst ji bo nexweşan vediqetînin diafirîne û girîngiya dide mercên xebata biwesf.

* Em dengê xwe bidin ferasetên bi qedrê xebatkarên tenduristiyê dizanin, yên ji bo mafên wan têdikoşin, yên rê li ber xwebirêxistinkirinê vedikin, yên pîşeyên me ji ketina piyasayê rizgar dikin û mercên bo me diafirîne ku em birûmet bikin.

* Em dengê xwe bidin wan kesan ên soz didin ku hemû çavkaniyên ji bo xizmeta tenduristiyê hatine veqetandin têxe xizmeta tenduristiya cemaweriyê.

* Em dengê xwe bidin wan kesan ên li gel daxwaza tenduristiyê ya wekhev, biwesf, bêpere û bi zimanê dayikê.

* Di serî de kedkarên tenduristiyê, divê tevahiya hilbijêran baş bizanin ku heta demokrasî nebe tenduristî jî nabe. Banga me ji bo tevan ew e ku dengê xwe ji bo demokrasiya piranîparêz û guherînê bidin.”