4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê dîsa 7 kes hatin bidarvekirin

Rêxistinên mafên mirovan îro danê sibê 10’ê Gulanê, li ser medyayên dijîtal dan xuyakirin ku 7 girtiyên Îranî li girtîgehên Qezal Hesar û Recayî Şehir ên bajarê Kerecê yên Îranê hatine bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di du raporên cuda de behsa darvekirina 3 girtiyan bi tawana “bazirganiya madeyên hişber” li girtîgeha Xezal Hesar û 4 girtiyên din jî li bajarê Recayî Şehir ê bajarê Kerecê bi tawana “tecawizê” kiriye.

Nasnameya her sê kesan hat ragihandin ku ew jî “Hisên Benjak, Ebdul Husên Emamî Muqeddam û Babek Axayî ne.

Li gorî van agahiyan, 4 kes jî bi tohmeta “tecawizê” li girtîgeha Rajcai Şehir a Kerecê hatine bidavekirin. Di vê der barê de heta niha ti çavkaniyên fermî ti nûçe belav nekiriye.

Bidarvekirina van her sê kesan di demekê de ye ku ji êvara sêşemê ve, malbat û xizmên hinek ji wan girtiyên ku diviyabû bihatana bidarvekirin, li ber girtîgeha Qezal Hisar kom bûn.

Li gorî agahiyên ku li ser torên dijîtal hatine belavkirin, xwepêşanderên ku sirûda “Ya Husên” berz kirin, rastî gulebarana hêzên ewlehiyê û karmendên girtîgehê hatin.

Û tenê du roj berê, roja Duşema vê hefteyê, Îranê du kes bi tohmeta “heqaretkirina pîrozan” yên li ser torên civakî belav kiribûn, îdam kirin.