spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Qebûlkirina binketinê zor e lê wê bibînin

Her ferdê/a civakê divê bizanibe ku derfeta hilweşandina faşîzmê di destên wî/ê de ye. Ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê ji kerema xwe re herin ser sindoqan û dengê xwe bidin “YEŞÎL SOL PARTΔyê

Mijara vê nivîsê jî hilbijartin e, ji ber ku ev hilbijartin di demeke pir krîtîk de pêk tê, hem ji bo desthilata faşîst hem jî ji bo me kurdan û hêzên demokrasîxwaz krîtîk e. Wê civak di nav faşîzm û demokrasiyê de tercîhên xwe bike. Partiyên siyasî ji bo bandorê tercîhên civakan bikin, her tiştî dikin û her tiştî rewa dibînin.

Di rewşên asayî de partiyên siyasî di hilbijartinan de pêşniyar û projeyên xwe dianîn pêşiya civakan û civak jî li gorî wan tercîhên xwe bi kar tînin. Lêbelê di rewşên awarte de yan jî di pergalên dîktatoral de propagandaya partiyên siyasî bêhtir bandorê li tercîhên civakan dikin. Her wiha avakirina tirsê, nirxên civakî yên wekî al, welat, ziman, dîn (mizgeft, quran) û parçebûna welêt jî dibin sedem ku rengê dengê civakan diyar bibe.  Ji bo vê jî bê guman bikaranîna medyayê ji bo propagandaya partiyan hêza herî mezin e. Wezîrê Hîtler ê propagandayê hebû û digot ku “heke derewek gelek caran bê dubarekirin, wê weke rastiyê bê dîtin.”

Ji peşengên xwe digirin

Lewra pergalên/siyasî partiyên dîktatoral, faşîst û nijadperest propagandaya xwe li ser derewan ava dikin û vê yekê bi riya medyaya alîgir her roj bi dehan caran dubare dikin. Jixwe di civakên muhafazakar, olperest, nijadperest û lêgerîna fikra nû nebe de ji derewan zû tê bawerkirin û derew weke heqîqetê tên qebûlkirin.

Di hevpeyvînên kolanan ên medya civakî de alîgirên rejîma AKP’ê û MHP’ê sedema dengdana xwe, kurdan nîşan didin ango dibêjin ku “bila AKP here da ku terorîst bên ser kar?” An jî dibêjin ku “AKP here wê welat parçe bibe.” Di vê navberê de kurdan hemûyan wekî terorîst nîşan didin.

Helbet alîgir van gotinan ji pêşengên xwe digirin. Erdogan û namzedên wî van gotinan her roj di nav civakê de li ser medyaya alîgir bi hezar caran dubare dikin. Alîgirên AKP’ê tunebûna Erdogan bi tunebûna welatê xwe ve girê didin. Ji ber vê yekê rewş û krîzên heyî nafikirin.

Redkirina kurdan

Aboriya niha û ya 40 sal berê didin berhev û ji Erdogan re şikir dikin. Hilbijêrên AKP’ê û MHP’ê ji raman û fikirandina nû dûr in, ji ber ku zêde ber pêla propagandaya Erdogan û reaya wî dikevin, ji ramanên nû re girtî ne, hewldana fêmkirinê winda kirine. Lewra Erdogan çi bibêje û tevî ku di mîtîngan axaftinên eletewş dike, navê bajar û kesan tev li hev dike jî alîgirên Erdogan ji wî re çepikan didin.

Di rewşeke wiha de rejîma AKP’ê û MHP’ê lez dane xebatên xwe, lê belê tu xebatên wan ên berbiçav ku li ser bingeha demokrasî, edalet û wekheviyê tune ne. Xebatên rejîma AKP’ê di çarçoveya tunekirin û redkirina kurdan de ne. Helbet mesele ne tenê kurdên jî, LGBT’yî, ateîst, elewî û hemû nasname/kêmneteweyên din ber vê pêla faşîzma AKP’ê dikevin. Ji bo vê yekê di serî de Erdogan, namzed û endamên AKP êrîşî hemû nasnameyên derveyî alîgirên xwe dikin.

Wê tûşî erdê bibin

Erdogan di şexsê Selahattîn Demîrtaş de hemû kurdan weke “terorîst” bi nav dike. Namzedên AKP’ê yên wekî Soylû ku bi derew û nîjadperestiya xwe tê nasîn, dibêje ku “AKP here wê mêr bi mêran re bizewicin.” Bozdag ê qaşo wezîrê adaletê ye behsa piştî hilbijartinê dike û dibêje ku “ev hilbijartin di navbera eraqvexwar û nimêjkiran de ye.” Gotinên wan berdewamiya gotinên Erdogan in. Ji ber ku tu projeyên AKP nemane, aboriyê îflas kiriye û tiştekî ku bide civakê nemaye, li ser derewan propagandaya xwe bi medyaya xwe ya alîgir dimeşînin. Lê wê tûşî erdê bibin. Heke Erdogan û reaya wî di van hilbijartinan de ser bikevin, dibe ku heta mirina Erdogan careke din hilbijartin çênebin û wê rewş, weke Îranê bibe ku lê darvekirin, kuştin, rejîmeke xwe xistî şûna xwedê bê ser kar.

Bi heman awayî heke rejîma AKP’ê û MHP’ê bi hêzeke mezin ser bikeve wê şerê li  dijî kurdan mezintir bike û êrîşên xwe yên li ser hemû destkeftiyên kurdan ên Rojava, Başûr bidomîne. Ji bo vê yekê divê em bendê danin pêşiya vê rejîma faşîst û derewkar.

Ji bo nanê xwe dikin

Di nav van keftûlefta rejîma faşîst û hêzên demokrasîxwaz de pêvajoya dengdanê dest pê kir û wê 9’ê gulanê dawî bibe. Helbet ev pêvajo ji bo derveyî Tirkiyê û bakurê Kurdistanê derbasdar e. Li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê jî 14’ê Gulanê wê fînal bê kirin. Lêbelê AKP’ê piştî desthilatdariya xwe ya demdirêj bi derfetên dewletê girseyeke mezin ji bo xwe ava kir. Bi derfet û pereyên dewletê alîgir, trol û xebatkarên xwe pir kirin. Di hilbijartinên berê de van kesan li ser sindoqan êrîş, heqaret û darê zorê dixwestin ku hilbijêran çavtirsandî bikin. Lêbelê niha qasî tê dîtin ev rewş li ser sindoqên derveyî welêt hatiye guhertin. Ev kes li ser sindoqan asayîtir û weke ku ji bo nanê xwe vî karî dikin, xwe didin nîşandan ango ji bo AKP’ê nakin tenê ji bo nanê xwe dikin.

Tevî ku ji mizgeft, sazî û dezgehên dewletê yên derveyî welêt bi erebeyan mirovan dibin ser sindoqan jî ew germehiya berê bi wan re nîn e, li bendê ne ku peywira xwe bi cih bînin, hilbijêrên wan jî serê wan di ber wan de û bi awayekî şermokî diçin ser sindoqan. Her çiqas hinek xwebexşên wan bixwazin tevliheviyan derxin jî di hilbijêrên wan de şikestinek heye. Bi kurt û kurmancî ew jî têkçûnê dibînin lê dîsa jî bi hêviyeke nîvco dengê xwe didin.

Windakirina di çavên alîgiran de

Li Ewropayê kurdan û demokrasîxwazan jî lez dane xebatên hilbijartinê û dixwazin xwe bigihînin hemû hilbijêran, ji bo vê kelecan û atmosfereke erênî ava kirine. Lê belê divê ev kelecan û atmosfer heta 9’ê gulanê bi xebat û çalakiyên cur bi cur dewam bikin da ku karibin hemû hilbijêrên xwe bibin ser sindoqan û bi moraleke mezin vê kelecan û atmosferê bigihînin hilbijêrên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê. Em ji niha ve mizgîniyekî bidin, ev rejîmê winda bike ku ev yek di çavên alîgir  û xebatkarên wan ên li ser sindoqan de jî diyar dibe.

Tevî bikaranîna hemû derfetên dewletê jî medê xebatkarên rejîmê tirş e, rûyê wan nakene, ew hewaya 7’ê hezîranê ya şermok li ser wan heye. Qebûlkirina têkçûnê zor e lê wê bibînin.

Karên dawîn bên kirin

Divê Partiya Çepên Kesk an jî em di van rojên dawî de xwe bigihînin her hilbijêrî da ku her kes here ser sindoqan û dengek tenê jî şaş neyê bikaranîn. Em dikarin vîdeoyên kurt ên bi kurdî, tirkî, erebî, çerkezî, lazî û hemû zimanên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê tên bikaranîn, amade bikin û van li ser medya  civakî, televîzyon, komên whatshap, telegram û hwd parve bikin. Ji ber ku hê jî di serê hinek hilbijêran de tevlihevî heye ka wê çawa dengê xwe bi kar bînin. Hejmar kêm be jî hinek hilbijêrên li Ewropayê bi şaşî dengê xwe dişewitînin.

Bila gotina dawî jî ev be; her ferdê/a civakê divê bizanibe ku derfeta hilweşandina faşîzmê di destên wî/ê de ye. Ji bo vê jî divê em jî her kesî re bibêjin; di destên te de ye! Faşîzmê Hilweşîne! Ji bo ked û azadiya jinan. Ji bo pêşxistina fîlozofiya ‘JIN JIYAN AZADΔ. Ji bo axa pîroz û welatê azad. Ji bo ziman û çanda qedîm. Ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê ji kerema xwe re herin ser sindoqan û dengê xwe bidin “YEŞİL SOL PARTİ”yê.