7 Temmuz, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza rojnamegerên girtî dest pê dike

Danişîna ewil a 18 rojnamegerên kurd ku 15 ji wan zêdeyî 13 mehane di girtîgehê de ne, îro li Amedê dest pê dike

Di çarçoveya lêprisîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîrana 2022’yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji 22 kesên ku 8 rojan di binçavan de man 16 rojnameger di 16’ê hezîranê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Midûra Jinnewsê Safiye Alagaş ku dosyeya wê ji ya dozê hat veqetandin, meha borî di danişîna ewil de hat berdan. 15 jê girtî 18 rojnamevanên kurd ku di 12’ê adarê de îdianameya wan hatibû amadekirin, piştî 13 mehan, dê îro derkevin pêşberî dadger. Danişîn dê li 4’emîn a Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.

Ji xebatên rojnamegeriyê tên sûcdarkirin

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji dozê girtî tên darizandin. Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin jî negirtî tên darizandin. Rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin.