19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kujerê pitikan kî ye?

Erdogan ji roja ku hatiye desthilatê heta niha bi sedan pitikên kurd bi fermana wî hatine kuştin. Herî dawî li Rojava bi dehan pitik kuştin û roj bi roj daneyên van kuştinan ragihand

Li Tirkiyeyê rojên gelek zor û zehmet derbas dibin. Desthilata AKP-MHP’ê piştî pêvajoya hilbijartinê lez dane xebatên xwe yên qewîmkirina pergala faşîst a ku ji sala 2015’an ve hewl didin ava bikin. Ji bo vê yekê jî xebatên xwe li ser dijberî û daxwazên kurdan dimeşînin. Erdogan, di 28’ê gulanê de piştî diyarbûna encamên hilbijartinê vê nîyeta xwe aşkera kiribû û peyamên li dijî kurdan dabû. Ji bo vê armanca xwe Erdogan muxalefeta Tirkiyeyê ku di gelek waran de ferqa wê ji AKP-MHP’ê tune ye bi “hevkariya” kurdan sûcdar kiribû û banga “hişê xwe bidin serê xwe” kiribû.

Di vê çarçoveyê de talîmat jî dabû daraza tirk û ferman kiribû ku siyasetmedarên kurd di serdama wî de neyên berdan û kesên ku piştgiriya doza kurdî û daxwazên kurdan bikin bên cezakirin. Ev kes kê/î dibin bila bibin ji bo Erdogan qet ferqa nake. Tenê bila di nav axaftinên wan de peyva kurd û Kurdistanê û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan derbas bûbû bes e. Lê her çiqas ev ferman hatibe dayîn û ji daraza tirk qewraştiya desthilatê hatibe xwestin jî kesên ku van gotinan guhdar nakin û ya di dilê wan de çi be didine der gelek in. Li ser platformên medya sanal her roj bi sedan mînakên vê yekê hene û li dijî van daxwazan  peyam tên dayîn.

Sedema binçavkirin û girtinê

Di vê çarçoveyê de Gerînendeyê Giştî yê Televîzyona Tele1’ê Merdan Yanardag jî xwest bibe dengê wijdanê xwe û li dijî van peyam û daxwazên Erdogan derket. Belê piştre gotinên kir daqurtand û hi tiştên din gotin. Lê beriya bêm ser van gotinên wî dixwazim destpêkê qala peyama ku da bikim. Weke tê zanîn Yanardag, di weşana televîzyona xwe Tele1’ê de bi van gotinan li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan derket: “Di hiqûqê de cihê tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê pêkanîn nîne. Nikare bi malbat û parêzerên xwe jî hevdîtin bike. Pergaleke wiha dibe? Abdullah Ocalan; gelek pirtûk dixwîne, siyasetê rast dixwîne û çareser dike. Kesek gelekî jîr e.”

Ev gotin bûn sedema binçavkirin û girtina Yanardag. Belê ji ber van gotinên xwe destpêkê Yanardag hedef hat nîşandan. Sêrkêşiya vê hedef nîşandanê parlamenterê AKP’ê Mehmet Alî Çelebî ku wextê AKP bi daraza tirk wî kiribû girtîgehê û ji ber vê yekê tu gotin nedima ku ji AKP’ê re dikir, kir. Çelebî, li dijî Yanardag ku dema girtina wî herî zêde ew parastibû kampanya lînçkirinê da destpêkirin. Piştî Çelebî gelek AKP’î û parlamenterên ÎYÎ Partiyê Çelebî linç kirin. Di encama vê lînçkirinê de di 26’ê hezîranê de polîsên tirk bi ser televîzyona Tele1’ê de girtin û Yanardag binçav kirin.

Dûdiliya Yanardag

Piştî vê lînçkirina li dijî xwe Yanardag, daxuyaniyeke din da û got ku qaşo bêhna “pêvajoyeke nû” girtiye û bi armanca deşîfrekirina vê pêvajoyê daxuyanî daye. Tevî ku tiştên gotin rast bûn û tiştekî wijdanî bû jî piştre gav avêt. Lê ev gavavêtin jî wî xelas nekir û daraza tirk li gorî fermana ku jê re hatibû tevgeriya û di 28’ê hezîranê de Yanardag da girtin. Piştî girtina xwe Yanardag careke din li gotinên xwe xwedî derket û got ku li ku derê dibe bila bibe wê rastiyan bibêje.

Bêguman cih ji rastiyê re tune ye! Li ku derê, li dijî kê/î dibe bila bibe, divê zilm û nehiqûqî bê teşhîrkirin û li mafan bê pirsîn. Heke ev nebe heta demekê dibe ku tenê kesê muxatab winda bike, lê piştî demekê teqez wê tevahiya civakê winda bike. Ji ber ku her pêkanînên zaliman di heman demê de cerebe ne. Heke cerebeyên wan bigirin dikarin pêkanînên xwe li ser herkesê bitesipînin. Lewre tişta ku îro li Tirkiyeyê dibe jî ev e. Destpêkê tecrîdê li Îmraliyê dan destpêkirin, lê îro di rojên ku em têde dijîn de tecrîd li tevahiya girtîgehan bi rêbazên cuda tê meşandin. Heta îro sînor ji kesên negirtî qaşo azad re hatine diyarkirin. Divê ku bê zanîn girtina Yanardag jî nîşaneya vê yekê ye. Girtina Yanardag tecrîdkirina nêrîn û ramanê ye.

Bi dehan pitik kuştin

Ji ber vê sedemê divê kes li gotinên Erdogan ên mîna “Serokê Giştî yê CHP’ê xwedîderketina xwe ya kesên ku di bin navê rojnamegeriyê de pesnê ‘kujerê pitikan’ dide didomîne” guhdar neke. Lewre gotinên Erdogan ji rastiyê dûr in. Kesê ku jê re dibejê “kujerê pitikan” bi salan e di nav şert û mercên Îmraliyê de ji bo pêşeroja pitikên kurd û tirkan dixebite û hewl dide aştiyeke mayîn de pêk bîne. Erdogan ê ku vê sûcdariyê dike ji roja ku hatiye desthilatê heta niha bi sedan pitikên kurd bi fermana wî hatine kuştin. Herî dawî li Rojava bi dehan pitik kuştin û di bernameyên partiya xwe AKP’ê de roj bi roj daneyên van kuştinan ragihand.

Ma heman Erdogan nîn bû di sala 2006’an de ferman da leşker û polîsên tirk û ji wan re got: “Zarok be jî jin be jî tişta pêwîst wê bê kirin” Li Kurdistanê dizane “tişta pêwîst” çi ye. Lewre polîs û leşkeran bi ya Erdogan kirin û ji vê salê heta niha li bakurê Kurdistanê bi dehan zarok kuştine. Geh bi guleyan geh jî bi maşîneyên zirxî. Heman Erdogan weke ku qet van gotinan negotibe pir bi hêsanî radibe ji mirovê herî aştîxwaz û ronakbîrê Rojhilata Navîn re dibêje “kujerê pitikan”.

Armanca gotina Erdogan

Gelek armancên vê gotina Erdogan hene; armanca yekemîn bi endam û alîgirên partiya xwe bide qebûlkirin li ser rêça wî bimeşin û serî li berovajîkirinê bidin. Lewre berovajîkirin bûye armanca wan a sereke. Lê mixabin li gorî encamên hilbijartinên dawîn bikirin vê jî gelek in. Armanca duyemîn; bi her awayî dengê li dijî tecrîdê bê qutkirin û li her dera Tirkiye û Kurdistanê çanda bîatê bi pêş bikeve. Erdogan dixwaze herkes mîna AKP’iyan jê re serî deyne û koletiyê bike. Armanca sêyemîn; dixwaze hemû rêyên ku diçin şikandina tecrîdê bixitimîne û bi tu awayî dengê ji bo jiyan û aramiya herêmê neyê bihîstin û xeyalên ku îro bi wan radibe û rûdinê ji holê neyên rakirin.