17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li xaniyên xesar dîtine rûdinên

Welatiyên amedî diyar kirin ku divê şaredarî piştî erdhejê zûtirîn dest bi hilweşadina avahiyên xesar dîtine bikirana û wiha gotin: “Lê heta niha tu xebat nehatiye meşandin. Ji ber vê xemsariyê welatî ji neçarî diçin li avahiyên xesar dîtine rûdinên.”

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erdheja ku di 6’ê sibatê de bi pîleya 7.7 û 7.6 li 11 bajaran pêk hatibû, li Amedê jî gelek avahî hilweşiyan û xesarek mezin dîtin. Navenda erdhejê ku li bajarê Gurgumê û gelek bajarên wek Osmaniye, Riha, Kîlîs, Edene, Amed, Semsûr, Hatay, Meletî û li Dîlokê pêk hatibû di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn gihîştibû 50 hezar û 500 kesan.

Li gorî lêkolînan bi tenê li Amedê, 7 avahî di erdhejê de hilweşiyane, 22 avahî jî hatine hilweşandin. 66 avahî jî bi awayekî lezgînî divê bêne hilweşandin, 3 hezar û 250 avahî jî di bin xesareyeke giran de ne. 2 hezar û 150 avahî jî nîv xesar hatine tespitkirin û 32 hezar û 652 avahî jî kêm xesar hatine tespîtkirin. Welatiyên Amedê, yên ku avahiyên wan li nêzîkî avahiyên xesar dîtine û nayên hilweşandin ji vê rewşê gelek bi gazinc in. Welatiyên ku di erdhejê de avahiyên  wan xesar dîtibûn ji rojnameya me re axivîn û gazincên wiha anîn  ziman: “Li vê taxê di navbera herdu rêyan de qenaleke gelek mezin heye ew bixwe jî ji bo van avahiyan xetereyeke mezin e û rê li ber erdhejê vedike.”

Welatiyê bi navê Omer Şahîn, diyar kir ku avahiyên xesar dîtiye gelek bandora tirsê ji wan re çêkiriye û wiha got: “Ev avahiyên ku 6 meh in di bin xetereya hilweşandinê de ne ev gelek me ditirsîne. Em bi vê xetereyê re rû bi rû dimînin ev rewş gelek me di xetereyê de dihêle. Ne AFAD û ne jî Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê û şaredariyên Rezan, Sûr, Peyas û Yenîşehîrê avahiyên ku di erdhejê de xesar dîtine heta îro qet li wan xwedî derneketine. Beriya ku erdhej biqewimê şaredariyê bi çar çavan dixwest avahiyên ku temenê wan seriya 20-30 salan e hemûyan hilweşîne. Ji ber ku kara wan di wir de heye, dema wan avahiyên bihatana hilweşandin ew ê ji ranta rê bihata vekirin. Her çiqasî di ser erdhejê de demek dirêj derbas bûye jî hîn jî kêmaniyên erdhejê nehatine çareserkirin û wiha berteka xwe anî ziman: “Divê ku şaredarî piştî erdhejê zûtirîn dest bi hilweşadina van avahiyan kiribana lê heta niha tu xebat nehatiye meşandin. Ji ber vê xemsariyê welatî ji neçarî diçin avahiyên xesar dîtine. Ev jî jiyana mirovan dixe nava xetereyê.”

Şahîn da zanîn ku avahiyên hatine valakirin bûne cihê dizan û wiha domand: “Heta êvarê em bi diza û bi çeteyên taxê re dikevin belayê her roja ku li van avahiyên dizî neyê kirin tune ye. Polîs bi xwe jî tê dibînin û qet dengê xwe  ji wan re nakin em giliyan dikin jî lê dîsa ji nedîtî ve tên. Dema kesên ku dixwazin herin xaniyên xwe pêwîstiyên  ji xwe re bînin ji çûna wan a malê re di  bin asteng. Dibêjin me avahiyê mohr kiriye, lê ji diza re dengê wan dernayê û rê li ber vê xetereyên nagirin.”

‘Divê pêşî li xetereyê bê girtin’

Şêniyên bi navê Ferhan Ayat ku ew jî li wir dijî bilêv kir ku rewşa wan di bin xetereya avahiyên ku di erdhejê de xesar dîtine, nayên hilweşandin û bandora tirsê li kesên taxê daye çêkirin û wiha axivî: “ Li vê taxê di navbera herdu rêyan de qenaleke gelek mezin heye ew bi xwe jî ji bo van avahiyan xetereyeke mezin dide nîşandan. Niha avahiyên ku em tê de rûdinên jî temenê wan seriya 25-30 salî heye gelek jê kevnin. Di dema erdhejê de gelek ji wan hatine terkirin lê dîsa jî kêm xesar dan nişandan. Ew jî xetereyeke mezin bi xwe re tîne. Heke erdhejeke din bi qewme dê ev taxa ji sedî 65-70’î avahiyên kevn in, dê bi temamî hilweşe. Divê şaredarî piştî erdhejê zûtirîn dest bi hilweşadina van avahiyan kiribana û pêşî li vê xetereyê girtibana. Ji ber vê xetereyê em newêrin xweşik zarokên xwe berdin ku li kolanan bi rihetî ji xwe re bilîzin. Bi gelemperî avahiyên li vir hemû bi hev ve ne, yên dûrî hev tune ne.  Gelek ji wan nêzîkî hev in hinek hatine mohrkirin û hinek jî malbat têde dimînin di nav xetereyê de dijîn.”

Ji neçarî li xaniyên xesar dimînin

Yuksel Dalan, da zanîn ku ew her roj bi tirs di xaniyên xwe de dimînin û hêrsa xwe wiha anî ziman: “Ev rewşa ku em têde dijîn ev rewş gelekî me diêşîne. Ji ber ku xaniyên me di bin xetereya hilweşîna avahiyan de ne. Ji ber rewşa aboriyê em ji neçarî di xaniyê ku xesar dîtine de dimînin. Em nikarin herin cihekî din de biçin. Em gelek caran bi tirs di van xaniyan de radizên. Ji ber cihekî ku em têde herinê tune ye. Hemû stûn û kêranên xaniyên me piştî ev erdhej qewimî xesareke gelek mezin dîtin. Gelek caran ji nişkê ve qirçînî ji xanî tê û ev jî me ditirsîne. Lê ji meçarî em hînî vê rewşê bûne. Daxwaziya me ew e ku van avahiyên xesar dîtîne hemûyan demildest hilweşînin û li şûna wan xaniyên nû yên li gorî pîvanên erdhejê çêbikin.”