28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna tacîzkar Bûrak Ercan ji ber tevlinebûna şahîd taloq bû

Danişîne doza cîgirê midûrê dibistanê Bûrak Ercan ku li Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû, ji ber nehatina şahid a dadgehê hat taloqkirin.

Di sala 2018’an de cîgirê midûrê dibistanê Bûrak Ercan li navçeya Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li 43 xwendekaran kiribû. Piştre derheqê tacîzkar Ercan de bi sedema “Tacîza zayendî” , “Bi rêya destavêtinê îstîmara zayendî li zaro kiriye” û “êrişa zayendî ya sivik” doz hatibû vekirin. Di saetên serê sibehê de 7’emîn danişîna doza Bûrak li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate dîtin. Parêzera Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê, rêveberên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) û parêzerê bersûc tev li danişînê bûn.

Şahid Ramazan Yildiz ku di danişîna beriya niha de biryar hatibû dayîn bi darê zorê bînin dadgehê dîsa tev li danişînê nebû. Bi hincetê heyeta dadgehê biryar da ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, şahid Yildiz di danişîna din de bê amadekirin û danişîn taloqî 2’yê mijdarê kir.