12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ropara DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 63’yan

Li gorî daneyê rapora meha îlonê ya DFG’ê li ser malpera xwe parve kiriye, di meha îlonê de 4 rojnameger hatine  girtin, hejmara rojnamegerên girtî derketiye 63’yan û 268 nûçe hatine qedexekirin.

Komelaya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha îlonê li ser malpera xwe bi raya giştî re parve kir. Di rapora DFG’ê de zexta li ser çapameniyê hatiye nirxandin û daneyên binpêkirinên mafên rojnamegeran hatine parvekirin. DFG’ê, di rapora xwe de destnîşan kir ku di meha îlonê de binpêkirinên li ser jiyan û ewlehiya rojnamevanan bi awayekî zêde didomin.

DFG’ê di rapora xwe de diyar kiriye ku di meha îlonê de danişîna gelek rojnamegeran hebûyê lê rojnameger yek jê jî nehatiye berdan û 4 rojnamegerên din jî hatine girtin, Hejmara rojnamegerên girtî derketiye  63’yan. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di meha îlonê  de hejmara nûçeyên hatine qedexekirin 268 in û hijmara astengkirina xwegihandina tora civakî 164 in.

Tevahiya beşa nirxandinê ya raporê wiha ye:

“Li welat binpêkirinên mafan yên li dijî rojnamevanan bi dawî nabin. Her meha derbas dibe em bi binpêkirinên mafan ên nû re rûbirû dimînin. Lê li dijî van binpêkirinan rojnamevanên di gerîna pey rastiyan de israr dikin ji bo rûmeta pîşeya xwe û mafê agahî wergirtinê yên gel biparêzin li ber xwe didin.  Di nava meha îlonê de binpêkirinên li ser jiyan û ewlehiya rojnamevanan bi awayekî zêde didomin. Ji bilî rojnamevanên hatin binçavkirin û girtin, gef li rojnamevanan hate xwarin û rastî mûameleya xerab hatin. Gelek caran şopandina wan a nûçeyan hate astengkirin. Dîsa di qada azadiya raman û îfadeyê de herî zêde rojnamevan rastî binpêkirinên mafan hatin. Derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin, doz hatin vekirin û ceza li wan hatin birin. Di nava vê mehê de dîsa gelek rojnamevan li ber deriyê dadgehan bûn. Rojnamevan ji ber karên dikirin bi darizandinan li ber deriye dadgehan hatin şerpezekirin. Di nava meha îlonê de em li bendê bûn ku bi berdana rojnamevanan hejmara rojnamevanên girtî kêm bibe lê mixabin berdin bên berdan, hin rojnamevanên din hatin girtin. 4 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin û şandin girtîgehê. Bi vî awayî hejmara rojnamevanên girtî bû 63.

Îdianame amade ye lê dadageh û dîrok ne diyar in

Weke hûn dizanin Hevseroka Komeleya me Dîcle Muftuoglû hêj girtî ye. Ber bi dawiya meha îlonê ve der barê wê de îdianame hate amadekirin lê hêj dadgeha ku dê lê were darizandin û dîroka danişînê nehatiye diyarkirin. Heman rewş ji bo edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz jî derbasdar e. Di nava meha îlonê de danişîna doza hin ji rojnamevanên girtî Abdurrahman Gok, M. Şah Orûç, Remzî Akkaya û Hamdûlah Bayram ku em li ser sekinîn hebû. Lê mixabin yek ji wan nehate berdan. Dê hefteya ewil a meha cotmehê de danişîna doza derbarê Gerînendeyê Weşana Giştî yê Televizyona Tele 1’ê Merdan Yanardag bê lidarxistin. Bi vê boneyê em daxwaza xwe ya têkildarî berdana Yanardag dubare dikin.

Binpêkirinên mafan

Li aliyê din li girtîgehan binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan jî bi dawî nabin. Hevseroka me Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek rojnamevan di nava çar dîwaran de rastî binpêkirinên mafan hatin. Ev yek jî nîşan dide ku desthilata AKP’ê çiqas ji rojnamevanan ditirse. Nivîskar û rojnamevan Celalettîn Can ê tevî nexweş e jî hêj di girtîgehê de tê ragirtin, aciz bûye û rakirine nexweşxaneyê, pişt re careke din paş ve şandine girtîgehê. Ev mûameleya li dijî Can ê li hemberî bêhiqûqiyê serî rakir û bi rojnameya Ozgur Gundemê re kete nava piştevaniyê û xwediyê sekneke birûmet e nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku Can demildest bê berdan.

Medya û civaka azad 

Di nav binpêkirinên rapora me ya meha îlonê de ku balê dikişinin ser sansur û qedexeyên li qada medyaya dîjîtal jî hene. Xwe gihandina gelek nûçeyan hate astengkirin û amûrên medyaya dîjîtal tê xwestin bên kontrolkirin. Bi vî awayî dixwazin hem organên medyayê, hem jî welatiyên ku medyaya dîjîtal bi awayekî çalak bikartînin têxin bin kontrola xwe. Ev hemû dane û binpêkirinen mafan ên diqewimin rewşa ku welat tê de ye radixe li ber çavan. Ji bo ku civakê dizayn bikin, tiştên neyînî yên diqewimin nayên dîtin, asteng dikin û rastiyan di tariyê de bihêlin berê xwe didin rojnamevanan. Mixabin di vê mijarê de berxwedaneke têrker dernakeve holê. Ji ber vê yekê weke her meh em dîsa bang dikin; em li dijî bêhiqûqiyan dengê xwe bilindtir bikin û ji bo welatekî demokratîktir û mirov bikare lê bijî û ji bo medya û civakeke azad em qîr bikin.

Daneyên binpêkirinên mafan bi giştî wiha ne:

Rojnamevanên Hatin Binçavkirin              12

Rojnamevanên Hatin Girtin         4

Rojnamevanên Rastî Tundiyê Hatin         3

Rojnamevanên Hatine Tehdit Kirin          2

Rojnamevanên Hatine Astengkirin           10

Li Girtîgeha Binpêkirinên Mafên Rojnamevanan     6

Rojnamevanên Ku Rastî Lêpirsînan Hatin              6

Rojnamevanên Doz Li Wan Hatine Vekirin            2

Cezayên Hatine Birîn    

Hejmara Kesan  7 : Cezayê Girtîgehê 5 sal 9 meh 5 roj

Cezayê Pere : 848 roj cezayê pere ya edlî

Rojnamevanên Ku Dozên Wan Didomin

Hejmara Dosya 40

Hejmara Kesan  55

Hejmara Rojnamevanên Girtî     63

Biryara Qedexeyên Weşanê        11

Nuçeyên Hatine Qedexekirin       268

Astengkirina Xwegihandina Tora Civakî  164”