28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Daxwaza gelê kurd perwerdeya bi zimanê dayikê ye

Nivîskarê Rojnameya Welat Rifat Ronî, di quncikê xwe yê vê hefteyê de li ser mijara dersên hilbijarî yên ji bo zimanê kurdî nivîsand. Ronî, têkildarî dersên hilbijarî wiha got: “Pergala dersên hilbijarî ku weke gaveke erênî û derfeteke baş tê pênasekirin û pêşkêşkirin, bi tu awayî xizmetê ji fêrkirin û hînbûna zimanê kurdî re nake û ji pêşwazîkirina daxwaza gelê kurd a ‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê’ dûr e.”

Hemû nivîsa Rifat Ronî wiha ye:  

Ev demeke ‘Dersên Hilbijarî’ yên ji bo zimanê kurdî (zaravayên kurmancî û kirmanckî) di rojeva gelê kurd de ye û niqaş û nirxandinên partiyên siyasî û saziyên sivil ên pêwendîdar û nepêwendîdar di vê mijarê de berdewam in.

Li gel bangên rayedarên dewletê, partiyên siyasî yên kurdistanî û ne kurdistanî jî tev li van nîqaşên dersên hilbijarî bûn û ew jî bang li dê û bav û malbatan dikin ku zarokên kurd zimanê xwe yê dayikê weke dersekê hilbijêrin.

Di nava bangên partî û saziyan de gelek kêfxweşî û pesindayîn jî hene ku ev vebijêrka dersên hilbijarî weke ‘Defetên zêrîn’ tên pênasekirin. Tê gotin ku; pêwist e gelê kurd, dê, bav û malbat, vê fersendê ji dest bernedin û weke lutufekê dewletê pêşkêsî gelê kurd tê kirin.

Ev nêzîkatî ne rast in û bi zanatî yan jî nezanî xizmetê ji lîstik û polîtîkayên awiqandin û xapandinê yên dewletê re dikin.

Heke banga; bila dê, bav, xwişk û bira, hemû malbat û ji heft heta heftê salî gelê kurd li hemberî ferzkirina ‘Dersên Hilbijarî’ weke alternatîf bi daxwaznameyan daxwaza perwerdehiya zimanê xwe bike, dê were fêmkirin, watedar be û ji aliyê gelê kurd ve qebûlê bibîne.

Pêwist e rastiya dewletê ya 99 salên ku bi înkara çand, ziman û nasnameya gelê kurd derbas bûye neyê jibîrkirin û gotinên li hemberî vê nêzîkatiya rayedarên dewletê, ne pesindayîna ferzkirina dersên hilbijarî ya li ser bi deh milyonan gelê kurd, ji ber meşandina polîtîkayên bişaftinê û înkara li hemberî nirx û rûmetên neteweyî yên gelê kurd, xurtkirin û bilindkirina daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê û ji ber van pêkanînên neheqî û heqaretên ku li gelê kurd hatinê kirin, lêborîn xwestina ji rayedarên dewletê be.

Gava ku mirov li van qaşo gavên ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve derbarê zimanê kurdî de hatinê avêtin dinêre, çawa ku bingehên zagonî yên TRT 6 û li zanîngehan beşên kurdî  ‘Zimanên ku dijîn’ nayên dîtin, bingehek zagonî û niyetbaş ji bo dersên hilbijarî jî nîne û nayê dîtin.

Li tu welatekî û di tu pergaleke perwerdehiyê de bêyî dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li beşên zanîngehan perwerdehiya zimanekî nehatiye dayîn.

Lê ev pêkanîn di encama polîtîkayên xapinok ên AKP’ê de li zaningehên weke Artuklu, Colemerg, Çewlik û Dêrsimê yên vî welatî pek tê.

Di weşanên tv’yan ên ku bi zimanekî weşanê dikin peyvên wî zimanî nehatine qedexekirin.

TRT 6 weşana xwe bi 63 peyvên kurdî yên ku ji aliyê RTÛK û rêveberiya TRT 6 ve hatine qedexekirin dike.

Dersên hilbijarî yên kurdî, bêyî ku di 4 salên dibistana seretayî, yên 1-2-3 û 4’emîn de bên dayîn, di polên 5, 6,7 û 8’emîn de tên dayîn, di polên 9, 10, 11 û 12’emîn de nayên dayîn. Di nava astên perwerdehiyê de girêdan û berdewamî nîne û di vê rewşê xwendekar tu sûd ji van dersên hilbijarî nagirin û nabînin. Pergala dersên hilbijarî ku weke gaveke erênî û derfeteke baş tê pênasekirin û pêşkêşkirin, bi tu awayî xizmetê ji fêrkirin û hînbûna zimanê kurdî re nake û ji pêşwazîkirina daxwaza gelê kurd a ‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê’ dûr e.

Her wiha ev deh sal in dersên hilbijarî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li dibistanan di meriyêtê de ne, ji bo van dersan tu mamoste nehatine gihandin û peywirdarkirin.

Gelo wê mamosteyên zimanê tirkî yên ku bi kurdî nizanin zarokên kurd fêrî zimanê kurdî bikin, yan mamosteyên dersên olî û erebî?

Jixwe di 10 salên ku dersên hilbijarî ‘qaso’ li dibistanan di meriyetê de ne, yek xwendekarek derneketiye û negotiye ku min ji van dersan sûd wergirtiye.

Malbat, dê, bav û zarokên kurd ên ku 99 sal in ji perwerdehiya zimanê xwe yê dayikê bêpar in, bi hest, daxwaz, bêrîkirina gihîştina tehma perwerdehiya zimanê dayikê ‘Dersên Hilbijarî’ hildibijêrin jî, di şûna tehma şêrîn a zimanê zikmakî de, bi ‘bêtehmiya dersên hilbijarî ku weke tehma kundirê’ ye re rû bi rû dimînin û ji zimanê xwe sar dibin.

Daxwaza gelê kurd, perwerdehiya bi zimanê dayikê ye, li axa dayik, dapîr, bav û bapîrên xwe bi çand, ziman û nasnameya xwe bûyîna xwedî statuyê ye.

Ji ber ku ziman çand û nasname yek in, weke bedena mirovan hev temam dikin, yek bêyî  yê/ya din nabe û kêm dimîne.

Statuya bê ziman û zimanê bê statû nabe.

Daxwaza gelê kurd, statuyeke bi çand û ziman, ziman û çandeke bi statû û di xizmeta hebûna neteweyî ya gelê kurd de ye.

Ne ‘dersên hilbijarî’ ku deh sal in di devê rayedarên dewle