3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Ukraynayê bang li welatên Rojava kir

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskî nerazîbûna xwe ya li dijî daxuyaniyên welatên Rojava ên der barê metirsiya destwerdana Rûsyayê de anî ziman. Volodimir Zelenskî bang li welatê Rojava kir ku dest ji daxuyaniyên ku metirsiyê dixe nava gelê Ukraynayê berdin.

Serokê Ukraynayê doh li Kievê di civîneke çapemeniyê de got ku daxuyaniyên der barê destwerdana Rûsyayê bi xwe zirarê dide aboriya Ukraynayê.

Wekî tê zanîn gelek welatên Rojava metirsiya ku Rûsyayê destwerdana Ukraynayê bike tînin ziman û bi taybetî DYA’yê ev yek çend caran dubare kir. Herî dawî beriya çend rojan dîsa serokê DYA’yê Joe Biden da xuyakirin ku di demeke nêz de, dibe ku di vê meha pêşiya de Rûsya destwerdana Ukraynayê bike.

Rûsyayê derdora 100 hezar leşkerên xwe li ser sînorê Ukraynayê bicih kiriye. Tevî ku  Rûsyayê vê yekê red dike lê heke welatên Rojava û NATO’yê bersivê nedin daxwazên Rûsyayê dibe ku ew destwerdan çêbibe.