18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayê Şemê: Hêzên parastinê hebûna me ne

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo der barê peymana 9’ê cotmehê de ji NÛJINHA’yê re axivî û diyar kir ku dewleta tirk ji bo pêkanîna xeyalên xwe hikumeta Iraqê û PDK’ê bikar tîne û di encamê de êrîş li ser Kurdistan û Êzdîxanê çêdibin û got ku dayikên Şengalê dê rê nedin tunekirina vîna gelên azadîxwaz.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo destnîşan kir ku ji bo peymana 9’ê cotmehê têxin meriyetê her tiştî dikin û wiha got: “Ev siyaseteke qirêj e ji bo tunekirina Êzidxanê ye, ji bo wê em weke gelê Şengalê li dijî ne. Hikumeta Iraqê ne hikumet e, ger hikumet bûya êrîşê bawerî û civakên li ser erdê Iraqê nedikir. Iraqê dest daye destê dewleta tirk û PDK’ê û ji bo pêkanîna Peymana 9’ê cotmehê her tiştî dikin. Hikumeta Iraqê di fermanê de jî piştî fermanê jî ji civaka êzidî berpirsyar bû lê berpirsyariyên xwe pêk neanî. Îro jî ji bo destkeftiyên ku vê civaka ji fermanê rizgar bûye ji xwe re ava kir dixwaze tune bike, gelo maqul e em destûr bidin vê yekê? Em vê yekê tu caran nepejirînin.”

Şemê Remo di berdewamiya gotinên xwe de got ku ger artêşa Iraqê hêza xwe ya ku niha ji bo vîna civaka Şengalê li vir bi cih kiriye, di fermanê de bi erka xwe rabûya, parastinê kiriba dê ferman çênebûya û wiha domand: “Ji ber hikumeta Iraqê ava nebûye û niha di rewşa xwe ya herî lewaz de ye tevahî dewletên ku çav berdane Rojhilata Navîn dixwazin jê sûdê bigrin û ji bo xwe wê bi kar tînin û bi destên artêşa Kazimî û PDK’ê êrîşî civakan dikin. Artêşa Iraqê ji bo ku Şengalê bê parastin bihêle niha di tevgerê de ye. Em bang li serokê Iraqê dikin û dibêjin bes bila êdî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Iraqê nefiroşe.”

Dayê Şemê Remo bal kişand ser girîngiya Hêzên Parastina Êzdîxanê û wiha got: “Asayîş ji bo me hebûn e ger asayîşa me tune bikin tê wateya ku Êzdîxanê tune dikin ew dixwazin Şengal bikeve destên PDK’ê û hikumeta Kazimî ger ferman çêbibe zarokên xelkê me naparêzin xwe di ber me de nadin kuştin, lê zarokên me wê xwe feda bikin. Ji bo wê em dixwazin ku zarokên me parastina me bikin û ev mafekî me yê rewa ye. Ew dizanin ger ku parastina Êzdîxanê ji Êzdîxanê bi xwe be wê nikaribin Şengalê û çiyayên wê ji dijminan re pêşkêş bikin ji bo wê dixwazin zarokên me yên ku parastina me dikin nemînin.”

Dayê Şemê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser kiryarên hikumeta Iraqê û got: “Eyb e ji hikumeta Iraqê re. Zarokên me yên ku rûmeta Iraqê parastine şehîd dixe, eyb e ji hikumeta Iraqê re ku dibe sedema ku gel careke din koçber bibe. Zarokên me ditirsînin, loma ji me re dibêjin dayê careke din DAIŞ hatiye? Van zarokan ferman dîtin divê careke din rastî hovîtiyeke bi wî rengî neyên.”

Dayê Şemê di dawiya gotinên xwe de biryardariya dayikên Şengalê bi van gotinan anî ziman: “Em weke dayikên Şengalê dema pêwîst bike li dijî dagirkeran ji bo parastina bawerî û çanda xwe em ê çek hilgirin em ê li gel zarokên xwe şer bikin. Em ji her tiştî re amade ne. Heya rih di bedena me de hebe em ê Êzîdxanê û çiyayên xwe biparêzin. Heya niha me rê nedaye planên qirêj ji vir û şûn de jî em rê nadin van planên qirêj. Ger bi me dayikên Şengalê tenê mabe jî em nahêlin ku Şengalê vala bikin, em nahêlin destkeftiyên Êzîdxanê yên bi xwîna şehîdan hatine avakirin tune bikin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo dawiya axaftina xwe de bang li civaka Êzîdî kir û wiha got: “Banga min ji Êzdîxanê re heye mirovê ku bêje ez Êzidî me û xof û mirweta min heye û yê dibêje ez bi navê tawisê melek bange dikim, bila pişta zarokên xwe bigirin Êzîdxana xwe biparêzin ger dilê wan li ser war û baweriya wan dişewite bila werin em bi hev re li dijî van planan rabin.