28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Aştiyê Bulut tehliye bû: Ez ê dev ji doza xwe bernedim

Dayika Aştiyê Hanse Bulut ku ji ber poşmantiya dihat ferzkirin qebûl nekir tehliyeya wê ji bo 3 mehan hatibû taloqkirin, hate berdan. Bulut, got: “Ez poşman nînim. Heta ku hebim dê dev ji doza xwe bernedim.”

Dayika Aştiyê Hanse Bulut (65) ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, hate berdan. Bulut, ji hêla xizmên xwe û endamên Komeleya Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) ve bi çîçekan hate pêşwazîkirin. Bulut, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Ez ji Doza Nisêbînê hatim girtin. Ez serbilind im. Poşman nînim. Heta ku hebim û li ser lingên xwe bim dê bi hemû hêza xwe bixebitim û dev ji vê dozê bernedim. Gelek silavên hevalan hene. Dibe ku bedena min li derve be lê nîva ruhê min li hundir ma.”

Berdana wê 3 mehan hatibû taloqkirin

Bulut, di dema qedexeya derketina derve ya di sala 2015’an a li Nisêbînê de nekaribû ji mala xwe derkeve û bi vê sedemê, der heqê wê de bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” doz hatibû vekirin. Di dozê de 2 sal cezayê hefsê hatibû dayîn û piştî erêkirina cezayî, Bulut di 10’ê îlona 2021’ê de li navçeya Konak a Îzmîrê hatibû girtin.

Nexweşiyên Bulut ên tansiyon û qelewiyê hene. Di 24’ê adarê de derketibû pêşberî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgehê û zexta “poşmantiyê” lê hatibû ferzkirin. Ji ber ku Bulut ev zexte qebûl nekiribû, tehliyeya wê ji bo 3 mehan hatibî taloqkirin.