12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îsraîlê dahata cihûyan ji sedî 51 ji yê ereban zêdetir e

Li gorî lêkolîneke Buroya Navendî ya Îstatîstîkê ya li Îsraîlê, dahata cihûyan ji sedî 51 ji ya ereban zêdetir e

Rapora dawî ya Buroya Navendî ya Îstatîstîkê ya li Îsraîlê, bal dikişîne ser cudahiyên civakî-aborî yên heyî di navbera malbatên cihûyî û ereban de.

Di anketê de derket holê ku ji sedî 53’ê malên ereban wê di nav xizaniyê de bijîn, lê tenê ji sedî 18’ê malên cihûyan bi heman tehdîdê re rû bi rû ne. Ev yek nîşan dide ku rewşa civakî û aborî ya di navbera her du gelan de li dijî hev e.

Di lêkolînê de diyar dibe ku di warê kar de jî ferqeke mezin heye.

Di nav mêrên ku dikarin bixebitin de ji sedî 64’ê cihûyan û ji sedî 50 ereb xwedî kar in.

Ji bo jinan, ev cudahî hîn bêtir eşkere ye; Ji sedî 62 jinên cihû û tenê ji sedî 28 jinên ereb kar dikin.

Ev newekheviyên kar ne tenê bi rêjeyên îstihdamê re sînordar in, di heman demê de bandorê li ser sektorên ku her du kom tê de serdest in jî dike.

Ereb bi giranî bi bazirganî, tamîra wesayîtan, înşaet û sektorên tenduristiyê ve mijûl in, cihû jî bêtir di rêveberî, ewlehî, karûbarên darayî û ragihandinê de û sektorên teknolojiya bilind de tên temsîlkirin.

Cûdahiya dahata ya di navbera her du komên mirovan de jî pir zêde ye. Dahata malên cihûyan ji sedî 51 ji malên ereban zêdetir e.