3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikan ji bo ‘Meşa Azadiyê’ ya 1’sibatê bang kirin

Dayikên  Aştiyê ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe dest pê bike banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Gelê kurd heta dawiyê li gel Rêbertiya xwe ye.”

Dayikên Aştiyê ku di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li gelek bajaran Nobeta Edaletê dane destpêkirin, ji bo hevdîtina bi Wezîrê Dadê re duh hatin Enqereyê. Lê belê daxwaza hevdîtinê ya dayikan nehate qebûlkirin. Li ser vê yekê Dayikên Aştiyê ji bajar derketin û ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe dest pê bike banga tevlibûnê kirin.

Ji Dayikên Aştiyê Ayşe Elegaş ku ji Edeneyê hatibû Enqereyê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: “Bizava me ya niha ji bo Rêbertiyê û girtiyan e. Em dayik çi ji destê me bê dê bikin. Em bi Rêbertiya xwe, girtî û gelê xwe re ne. Em ‘Meşa Azadiyê’ silav dikin.”

‘Bila dayik dest bidin destê hev’

Ji Dayikên Aştiyê Fatma Çig ku ji Edeneyê hatibû jî destnîşan kir ku ne edalet ne jî hiqûq li welêt heye û ev tişt anî ziman: “Gelê kurd heta dawiyê bi Rêbertiya xwe re ye. Em wî mirovê ku li gel 4 kesan em ji tunebûnê afirandî dixwazin. Banga me li her kesî ew e ku tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin. Wezareta Dadê daxwaza me ya hevdîtinê qebûl nekir. Em dixwazin ev xwîn bisekine. Bila dayikên leşker û polîsan jî bi destê me bigirin û em pêşî li rijandina vê xwînê bigirin. Bila êdî xwîn nerije û edalet û hiqûq were vî welatî.”

Bang li CPT’yê kirin

Têkildarî mijarê ji Dayikên Aştiyê Sûltan Azboyu ku ji Êlihê hatibû jî wiha got: “Yên di greva birçîbûnê de zarokên me ne. Divê em derkevin kolan û qadan. Di salên berê de em daketin kolan û qadan û me gav bi wan paşve da avêtin. Bi rûniştina li malê em nikarin tu encaman bi dest bixin.”

Azboyu, berpirsyartiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi bîr xist û wiha domand: “Em kurd in û bi kurdbûna xwe serbilind in. Welat welatê me ye lê em çima li welatê xwe mehkûm û firarî ne? Em dixwazin deriyên Îmraliyê û girtîgehên din bên vekirin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û hevdîtin dest pê bikin. Banga min a ji bo rêxistinên mafên mirovan û CPT’yê ev e; peywira xwe bi cih bînin. Madem we Rêbertî radestî Tirkiyeyê kir, wê demê heq û hiqûqa wê jî bipirsin. Bi bêdegniya xwe hûn dibin şirîkên vî sûcî. Weke dayikekê ez vê helwesta CPT’yê şermezar dikim. Gelê kurd vê rewşê qebûl nake. Her wiha Meşa Mezin a Azadiyê ji bo me gelek girîng e. Ji 7 salî heta 70 salî banga min li her kesî ew e ku tev li meşê bibin. Ev meş hebûn û tunebûna me ye.”

Dayika Aştiyê ya ji Mêrsînê hatibû Enqereyê Şerbet Altik jî wiha got: “Li ser kurdan şerekî giran heye. Ziman û nasnameya wan tune tê hesibandin. Lê divê bê zanîn ku ev têkoşîn heta kengî didome bila bidome dê di dawiya dawî degelê kurd bi ser keve.”