21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serhildana cotkaran li welatên Ewropayê belav dibe

serhildana cotkaran ya ku li Fransayê dest pê kir li welatên din ên Ewropayê belav dibe. Piştî Almanya, Belçîka û Îtalyayê sendîkayên cotkaran ên Spanyayê jî seferberî ragihandin.

Standartên burokratîk ên pir zêde, heqdestên pir kêm, enflasyon, hevrikiya berhemên biyanî, bilindbûna buhayên sotemeniyê. Li piranî welatên ku rû bi rûyê van pirsgirêkê ne, nerazîbûn zêde dibe.

Li Fransayê ev du roj in cotkaran li derdora Parîsê rêyên stratejîk girtine. Serokwezîrê nû Gabrîel Attal roja Sêşemê têkildarî polîtîkayên giştî daxuyanî da û diyar kir ku wê ji krîzê re çareseriyê bibînin.

Gabrîel Attal destnîşan kir ku alîkariya Ewropayê ya di çarçoveya Polîtîkaya Çandiniyê ya Hevpar a 2023’yan (CAP) de, wê heta 15’ê Adarê bê dayîn. Gabrîel Attal qala tedbîrên ku di rewşa heyî de hatine girtin kir û soz da ku hikûmet “wê hîn zêdetir ber bi pêş ve” biçe.

Serokwezîr got, wê alîkariya ji cotkaran re bê zêdekirin.

FNSEA ku piranî cotkar di nav de ne, diyar dike ku “heta tedbîrên lezgîn ên şênber têne girtin” ew ê dewam bikin.

Serokkomar Emmanûel Macron serdaneke fermî li Swêdê kir û soz da ku wê gelek daxwazên bi cih bînin.

Li gelek welatên din jî cotkar rabûn ser piyan

Di hefteyên bihurî de piştî xwepêşandanên li Elmanya, Polonya, Romanya û Belçîkayê, sê sendîkayên sereke yên Spanyayê jî ji bo hefteyên pêşiya me li seranserê welêt “seferberî” ragihandin.