4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê di mitînga Amedê de daxwazên xwe anîn ziman

Dayikên Aştiyê yên beşdarî mitînga 1’ê Îlonê ya li Amedê bûn destnîşan kirin ku bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dê aştî û wekhevî pêk were.

Duh li Amedê bi dirûşmeya “Ji bo aştiyek civakî jiyanek wekhev û azad” mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hat lidarxistin. Di peyam û daxwazên mitîngê de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, polîtîkayên şer û talana li ser ekolojiye derketin pêş. Di mitînga ku bi pêşengiya Partiya Çepên Kesk û HDP’ê de hat lidarxistin de bang hat kirin ku demildest tecrîd bê rakirin û dawî li şer were anîn. Dayikên Aştiyê ku beşdarî mitîngê bûn diyar kirin ku heke tecrîd bê rakirin dê aştî pêk were.

‘Em wekhevî û azadiyê dixwazin’

Dayika Aştiyê Nebîha Akay destnîşan kir ku divê pêvajoya şer bi dawî bibe û wiha got: “Em naxwazin ne kezeba dayikên kurd û ne tu dayikên din bişewite. Em aştî û wekheviyê dixwazin. Em qetlîamên li ser xwezaya me û gelê me şermezar dikin. Çiyayên me, dar û berên me, xwezaya me dişewitînin û talan dikin. Em nikarin li bina siya darên xwe rûnên. Zarokên me bi kîmyasalê dikujin.”

Akay anî ziman ku aştî bi Abdullah Ocalan re dikare pêk were û got: “Tecrîdkirina rêberê me tecrîdkirina me hemûyan e. Heta ku tecrîda li ser rêberê me ranebe em ê azad nebin. Em tecrîda li ser rêber, zarok û xwezaya xwe şermezar dikin. Em wek dayikan dixwazin aştî, azadî û wekhevî pêk were.”

‘Em ji bo aştiyê bibin yek’

Dayika Aştiyê Nûran Seçkîn a ji Batmanê beşdarî mitîngê bû jî diyar kir ku ew dixwazin 1’ê Îlonê li cîhanê bibe wesîleya aştî, wekheviyê û edaletê û em dixwazin hemû dayikên kurd, tirk, ereb û dayikên gelên din ji bo aştiyê bibin yek. Seçkîn destnîşan kir ku ew dixwazin demildest şer bi dawî bibe û got: “Êdî bes e bila ev şerê dijwar biqede. Bi şer na bi aştiyê çareserî pêk tê. Em bang li hemû dinyayê dikin dawî li vî şerî bînin. Wê heta kengê zarokên me bên kuştin? 40-50 salî ev şer didome, encama wê çibû? Ne kurd ne tirk ne jî ereb qediyan. Heta dawiyê aştî û çareserî…”

‘Rêbertî pêşengê aştiyê ye’

Dayika Aştiyê Emîne Alkiş a ji navçeya Silopiya Şirnexê beşdarî mitîngê bû jî da zanîn ku ew ji bo aştiyê li qadan in û got: “Em dixwazin ev xwîna tê rijandin bila bisekine. Me zarokên xwe ji bo jiyanek xweş û azad mezin kir. Em dawa aştiyê dikin. Rêbertî pêşengê aştiyê ye. Em îro ji bo azadiya rêberê xwe û aştiyê hatin vê qadê. Bila hemû şerên li cîhanê bi dawî bibin û şerê li ser axa me jî demildest bi dawî bibin. Em aştî û azadiyê dixwazin.”

Dayika Aştiyê Ummu Guler jî ev bang kir: “Êdî bila dayikên kurd negirîn. Bila ev şer li ser vê axê bi dawî bibe. Em ji xeynî aştiyê tiştekî din naxwazin.”

‘Tecrîdê rakin’

Dayika Aştiyê Asya Tokay jî ku ji Silopiyayê tev li mitîngê bû anî ziman ku ew li ser daxwaza aştiyê hatine mitîngê û got: “Em li dijî vê rijandina xwînê ne. Em li dijî zilmê ne. Bila cergê tu dayikan neşewite. Em gazî her kesê ku dibêje ez parêzvanên mafê mirov me dikin; aştiyê bînin vê cîhanê. Tecrîda li ser rêberê me rakin.”