4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HSD: Pirsgirêka me bi gel re tune ye, şerê me bi çeteyan re ye

Fermandariya HSD′ê diyar kir ku tu nakokiya wan bi gelê Dêrazorê re tune ye, lê şerê niha li herêmê rû dide bi çeteyên girêdayî dewleta tirk û yên girêdayî hikumeta Şamê re ye.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk têkildarî pêşketinên Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

′′Hêzên me operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li dijî şaneyên DAIŞ′ê û kesên sûcdar da destpêkirin. Piştre hêzên cuda yên derve destwerdan kir û xwestin vê operasyonê wekî fersendekê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar bînin. Bi taybetî di 3 rojên dawîn de navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li aliyekî û çeteyên çekdar ên girêdayî hin saziyên ewlehiyê yên hikumeta Şamê yên ku derbasî aliyê rojavayê çemê Firatê bûn şer qewimî. Çeteyên ku di çemê Firatê û xeta Salihiyê re derbasî herêmê bibûn, hewl dan fitneyê û şer di navbera gelên herêmê derbixin. Her wiha di aliyê propogandayê de jî hewl didin wêneyekê bidin nîşandan ku ev şerê navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û gelê Dêrazorê ye. Ev îdia derew e û ne rast e, nemaze ku operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê′ li ser daxwaza gelê Dêrazorê û şêx û eşîran pêk hat. Tu nakokî an pirsgirêk di navbera gelê Dêrazorê û hêzên me Hêzên Sûriya Demokratîk de tune ye, berevajî vê yekê her kes dizane ku HSD′ê gelê herêmê ji zilma DAIŞ′ê rizgar kir û niha gelên herêmê diparêze û heta niha ewlehî û îstiqrarê pêk tîne.

Armanca ji propogandaya hewl dide rewşa li ser erdê wekî şerekî di navbera hêzên me û eşîrên Ereb de bidin nîşandin, ji bilî derxistina fitneyê û şikandina yekitiya HSD`ê û gelên herêmê ne tiştekî din e. Her wiha hinek aliyên dijber hewl didin wêrewşê wekî nakokiyeke Kurd û Ereban bidin nîşandan. Ev lîstok ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve berdewam e, her tim hewl dan xeta şoreşê biguherînin û wekî şerekî navbera ol, mezheb û neteweyan bidin xuyakirin.

Ji sala 2013′an ve gelek aliyan hewl dan şerê Hêzên Sûriya Demokratîk yê li dijî DAIŞ′ê wekî şerê di navbera Kurd û Ereban bidin xuyakirin û ev polîtîkayên wan heta roja me ya îro dewam dike.  Lê ya rast tu nakokiyên gelê Ereb bi gelê Kurd re tune ye û tu nakokiyê gelê Kurd bi gelê Ereb re tune ye. Her du gel bi salên dirêj bi hev re di nava aramî û îstiqrarê de dijîn, her wiha tevahî saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ku 8 sal di ser damezirandina wan re derbas bûne, bi keç û xortên wê yên ereb, kurd, suryan û ermen mil bi mil şer dikin û xwîna wan a pak li ser vê xakê herikî ta herêmên me ji destê çeteyan rizgar kirin. Di esas de HSD′ê nîşaneya herî bihêz e ku yekitiya tevahî gelên herêmê, bi taybetî yekitiya gelên Ereb û Kurd îsbat dike. Lewra mîna van bi van îdiayên xirab hewl didin bi hasten gelên herêmê bilîzin û wan li hemberî hev din bin sorkirin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me ha ji van lîstokan heye, helwesta HSD′ê ya li hemberî van lîstokan jî parastina herêmê bi tevahî pêkhateyên wê ye, ev yek jî bersiva herî xurt a li dijî tevahî fitne û lîstokan e.

Heman demê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin vê rewşê wekî fersendekî bi kar bînin û li ser vê yekê ji 5 aliyan ve êrişî eniyên parastinê yên Meclisa Leşker ya Minbicê kir. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi lehengî şer kir, tevahî êriş têk birin û koma çete ya ku xwe gihand nuqteya meclisê kontrol kir, gund paqij kir û zirarên mezin gihand çeteyên dewleta Tirk a dagirker. Ev bersiva herî mezin a HSD`ê ye li hember her kesê hewl dide gelê herêmê û ewlehiya wê şantaj bike.

Li ser vê yekê, di serî gelê me yê Dêrazorê em bang li tevahî gelên herêmê dikin ku neyên mîna van lîstok û fitneyan. Hêzên Sûriya Demokratîk hêza parastina tevahî gelên herêmê ye. Şerê niha di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên dewleta Tirk a dagirekr- endamên girêdayî ewlehiya rejîmê de ye. Tu nakokî di navbera HSD û eşîrên herêmê de tune ye, em her timî bi eşîran re di nava têkiliyan de ne. Fedakariyên ku em didin ji bo xurtkirina ewlehî, îstiqrar û aştiya gelên herêmê ye. HSD′ê dê ji pêkanîna mîsoyona xwe ya parastina herêmê ji tevahî êrîşên dijber ên li dijî yekitiya gelên herêmê û îstiqrara wê dudilî nabe.”