3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê: Divê her kes xwedî li Mexmûrê derkeve

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê bertek nîşanê êrîşên li hember Mexmûrê dan û diyar kirin ku divê her kes xwedî li Mexmûrê derkeve.

Ji 20’ê Gulanê ve artêşa Iraqê hewl dide derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê. Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê jî, leşkerên Iraqê hewl didin li derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kuleyan daynin. Endamên Meclîsa DayikênAştiyê ya Geverê bertek nîşanê êrîşên li hemberî Mexmûrê dan û banga bidawîkirina êrîşan kirin.

‘Em dixwazin şer bên rawestandin’

Emîne Atak diyar kir ku ew êrîşên li hember Memxûrê şermezar dikin û her tim şer û zext li ser Kurdan tên meşandin û wiha vegot: “Li dijî gelê Kurd êrîş û zilm tên kirin. Ez van êrîşan lanet dikim. Her tim êrîşê gelê Kurd dikin. Kurd li dijî van êrîşan li berxwe daye. Bila dest ji êrîşan berdin. Gelo wê ev şer heta ku derê bidomin. Ev şer propaganda dewleta tirk û Berzanî ye. Bi salan e rehetiyê nadin gelê Mexmûrê. Ambargoyan pêk tînin. Em Dayikên Aştiyê dixwazin ev şer bi dawî bibe. ”

‘Bila xwedî li Mexmûrê derkevin’

Emîneyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku yekane daxwaza wan aştî û azadî ye û got wan her tim li li dijî zilm û zextan li berxwe daye û li dijî şer serî hildane û wiha dawî lê anî: “Mexmûr axa gelê Kurd e. Mexmûr axa gelê Kurd e û Kurd wê ji wir dernekevin. Bila dest ji polîtîkayên şer berdin. Ez dixwazim Kurd rabin ser piyan. Gelê Kurd bi salan e li berxwe dide û wê li berxwe bidin.”

‘Em dagirkirina Mexmûrê qebûl nakin’

Zahîde Şen jî bi lêv kir ku bi rojan e ew berxwedana gelê Mexmûrê ji televîzyonan temaşe dikin. Zahîdeyê ev tişt vegot: “Divê zextên li ser gelê Mexmûrê demildest bi dawî bibin. Kesên li wir ji zilma dewleta tirk koçî wir kirin. Îro em dibînin ku li wir şer û zext heye. Tu Kurd divê vê qebûl neke. Berzanî jî Kurd e. Çima van êrîşan qebûl dike? Bila demildest ji vê şaşiyê vegerin. Em vê qebûl nakin. Bila dawî li vî şerî bê. Divê Kurd li dijî van êrîşan bibin yek. Divê kesên xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin. Hîna ku tiştek bi kesî nehatiye divê ev êrîş bi dawî bibin.”