spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şandeya Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê diçe Îranê  

Şandeyek bilind ya ewlekariyê bi serokatiya şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ber bi Tahranê bi rê ket. Erecî beriya niha jî bi mijara parastina sînoran, serdana Hewlêr û Silêmaniyê kiribû

Ofîsa Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku şandeyeke bilind ya ewlekariyê ya Iraqê bi serokatiya şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî ber bi Îranê ve bi rê ket. Li gorî daxuyaniyê mijara sereke ya serdanê, parastina sînorên di navbera her du welatan deye.

Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku wê şande bi rayedarên ewlekarî yên Îranê re parastina sînorên Iraq û Îranê biaxivin.

Hêjayî gotinê ye şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di hefteya borî de serdana Hewlêr û Silêmaniyê jî kiribû. Qasim Erecî bi Wezîrê Karê Hindir yê Herêma Kurdistan û berpirsên ewlekarî yên Silêmaniyê re civiya bû. Di civîna de jî mijara sereke parastina sînorên Herêma Kurdistanê bû.