spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Hekîmoglû: Kurdan tiştên ket ser milê wan kirin  

Rojnameger Încî Hekîmoglû encamên hilbijartinê nirxandin û diyar kir ku di tûra duyemîn de kurdan tişta kete ser milê wan kir û destnîşan kir ku divê qet dest ji têkoşînê neyê berdan

Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ê namzetê Tifaqa Cûmhûr ku kampanyaya hilbijartinê bi hemû derfetên dewletê bi rê ve bir, li gorî encamên ne fermî Serokkomarê 13’emîn hate hilbijartin. Rojnameger Încî Hekîmoglû ya hilbijartina tûra duyemîn û encamên wê nirxandin, diyar kir ku avabûneke bêhiqûqî heye û destnîşan kir ku ew ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Avabûneke bêhiqûqî heye’ 

Hekîmoglû ya anî ziman ku avabûneke hiqûq, qanûn, Makeqanûn rawestandiye û rêgezên xwe danîne holê heye, bi lêv kir ku avabûn her şêwe amûrên bi zorê bi kar tîne û wiha got: “Zordaran bi çekên xwe bi ser sindoqan de girtin, parlamenter derb kirin. Li gelek sindoqan pêvajoyên bi şaibe pêk hatin. Ev yek jî aşkera li pêş çavan kirin.”

Têkliya mûxalefetê ya bi alîgirên xwe re

Hekîmoglû, bertek nîşanî axaftina Serokê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) Ahmet Yener a “Rewşeke neyînî nehate jiyîn” a tevî binpêkirin û nelirêtiyan da û wiha axivî: “Me dizanî desthilat her tim di hilbijartinan de hîleyan dike. Lê li vir pirsgirêkek heye. Ez difikirim ku têkiliyên mûxalefetê yên bi alîgirên xwe re weke berê ne bihêz e. Ji ber vê yekê divê têkiliyên xwe bi alîgirên xwe re xurt bike.”

‘Gelê kurd tiştê ket ser milê wan kir’

Hekîmoglû, diyar kir ku namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kiliçdaroglû siyasetmedarê “herî demokrat” ku hatiye serê CHP’ê û anî ziman ku tevî her tiştî Kiliçdaroglû serkeftineke mezin bi dest xist. Hekîmoglû bi lêv kir ku tevî Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener û Serokê Giştî Umît Ozdag deng dane Kiliçdaroglû. Hekîmoglû got ku “Kurdan tişta kete ser milê wan kirin” û wiha berdewam kir: “Mixabin beşên civakê yên ji bilî kurdan an neçûn ser sindoqan an jî deng nedan Kiliçdaroglû.”

Ji sedî 50 li dijî Erdogan e

Hekîmoglû, anî ziman ku sedemê deng girtina zêde ya Erdogan ji ber nelirêtiyên di hilbijartinan de ne û destnîşan kir ku encamên hilbijartinê ne encamên rast in. Hekîmoglû, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em rêjeyan qebûl bikin jî Erdogan 20 sal in nikare ji sedî 50 ya li dijî xwe bihelîne. Ez difikirim ku mûxalefeta niha bi ser ji sedî 50’yan de ye. Her wiha li welat krîzeke aboriyê ya mezin heye. Dê vê jî çawa îdare bikin ne diyar e.”

‘Em ê dest ji têkoşînê bernedin’

Hekîmoglû, got ku desthilat dê veguhere pergaleke oldartir û “dîktatortir” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî em jin qet dest ji têkoşînê bernadin. Em ê li dijî pergalê bisekinin. Dema em vê dikin, divê em bi modelên nû yên rêxistinî, alternatîfeke nû ya rêveberiyê, bernameyeke nû ya aboriyê, sîstemeke nû ya perwerdeyê, modelên nû re bi hev re rûnin û bi awayekî cidî bixebitin. Divê êdî li benda hilbijartinan nemînin û di hilbijartinan de propagandayê nekin. Divê partiyên mûxalefetê bi hemû mûxalefeta civakî re were bahev û modeleke rêxistinkirinê têxe meriyetê.”