3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê ji bo azadiya Ocalan dar çandin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê li baxçeyê mala ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan lê ji dayik bûye ya Gundê Amara yê Xalfetiyê kom bûn. Dayikên Aştiyê bi wesîleya jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a 73’yemîn dara hinarê çandin. Mehmet Ocalan Endamên Meclisa Dayikan pêşwazî kir. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu û rêveberên HDP’ê jî tevli çandina dara hinarê bûn.

Dayikan li baxçe şitil çand û li çepikan xist û lîlandin. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Hadlê Ogur piştî şitil çand axivî û wiha got: “Me ji bo rojbûna birêz Ocalan li baxçeyê mala wî dar çand. Me dara hinarê çand. Hinar xêr û bereketê tîne. Em dixwazin ev şitil ango dar bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan. Dema ku birêz Ocalan azad bû bila fêkiyên vê darê bixwe.”

Jinan piştre strand strîn û dawî li çalakiyê anîn.