17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heyeta HDP’ê bû mêvanê ‘Sifreya Edaletê’ ya malbata Şenyaşar

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 399’an de didome. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay, parlementerên HDP’ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu û gelek kes bûn mêvanê “Sifreya Edaletê” ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.

Beriya fitarê Hevsroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û bang li kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin kir ku demildest dawî li vê bêedaletiyê bînin. Bûldan, bal kişand ser kuştina hevjînê Emîne Şenyaşarê û her du kurên wê û kurê wê yê girtî û wiha got: “Ev li gorî tu hiquq û wîcdanan nayê vegotin. Lewma em careke din bang li kesên vî welatî bi rê ve dibin dikin; Dawî li vê bêedaletiyê bînin. Divê her kes vê nobedê bibîne. Em li cem malbata Şenyaşar in.”

Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser bêedaletiyê û got: “Heta edalet pêk bê em ê li ber xwe bidin.”

Heyeta HDP’ê û malbata Şenyaşar piştî axaftinan dua kirin û fitar kirin.