3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê Newroza 2022’yan li kontarê Çiyayê Kato hilkir

Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Xebata Tifaqa Kurdistanî tê pîrozkirin. Agirê pîrozbahiya Newrozê ya ewil li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat hilkirin. Di pîrozbahiya Newrozê ya li Elkê de Heserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê rêveberên HDP’ê yên Şirnex û navçeyên Şirnexê, Hevşaredarên HDP’ê yên navçeyên Şirnexê nûnerên rêxistinên civakî, Dayikên Aştiyê û gelek kesên din beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi coş tevli bûn. Ewil axaftin hatin kirin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axaftin kirin. Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li hilkirin.

‘Çareserî Ocalan e’

Ewil Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay Newroz pîroz kir û wiha got: “Newroza we pîroz be. Hemû kesên ji bajarên cuda hatine Newroza we pîroz be. Îro di dilê Kurdistanê û Navenda Botanê em li Elkê Newrozê pîroz dikin. Em agirê yekemîn li Elkê hildikin. Gelê kurd dê hefteyekê bêyî li sir û sermayê, berf û baranê guhdar bike li her derê Agirê Newrozê hilbike. Dê li her derê berxwedana xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê em agirê yekemîn ê Newrozê li kontara çiyayê Kato li Elkê pîroz dikin. Em li vir Newroza hemû gelê Rojhilata Navîn û gelê kurd pîroz dikin. Gelê kurd di dîrokê de her tim serkeftin li Newrozê bar kir. Newroza 2022’an jî ji bo me dê bibe Newroza serkeftin, azadî û bidestxistinê. Dê bibe sala azadî û serkeftinê. Newroz dê bibe Newroza serkeftinê. Dê hemû cîhan vê yekê bibînin. Ji ber vê yekê em Newroza yekem li vir geş dikin. Em bi ruhê Newroza Nisêbînê, Cizîrê, Hezexê û Şirnexê carek din Newroza we pîroz dikin. Di vê Newrozê de gelê kurd li çar aliyê Kurdistanê bi ruhê yekîtiyê li hev kom dibe û govendê digerîne. Ev Newroz dê li dijî kesên ku dixwazin me parçe bikin, dê bibe bersîv. Em bang li hemû hêzên ku dixwazin me parçe bikin dikin. Şaşiyan nekin. Gelê kurd aştî, azadî û serkeftinê dixwaze. Gelê kurd dixwaze bi hevre di nava yekîtiyê de bijîn. Yên ku yekîtiya gelê kurd naxwazin dewlet û hêzên îxtîdarê ne. Îqtîdara AKP-MHP’ê bi hemû hêza xwe hewl dide kurdan parçe bike û înkar bike. Em ne necbûrê polîtikayên we ên înkarê ne. Em ê xeta sêyemîn têxin meriyetê. Bedela wê çi dibe bila bibe ji bo yekîtiyê û aştiyê emê têbikoşin. Çareserî Îmralî ye. Çareserî aştî ye. Yên qala aştî û azadiyê dikin, yên soza demokrasî û çareseriyê dikin bila li banga Birêz Ocalan a 2013’an binerin, bila guh bidin banga deklerasyona Newroza 2013’an. Bila bi Birêz Ocalan re li masê rûnên. Çareserî Birêz Ocalan e. Çareserî yekîtiya gelan a demokratîk e. Divê li her derê dest bidin hev û bi hevre govenda Newrozê bigerînin. Em careke din Newroza hemû gelan pîroz be. Em ê îsal bi ser bikevin.”

‘Heta Ocalan azad bibe em ê têbikoşin’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî bal kişand ser Newroza îsal û wiha got: “Newroz pîroz be. Newroz ji bo me pir bi qîmet û wate ye. Ji ber vê yekê îro em li vir in. Nexwestin em ji bo aştî, azadî û serkeftinê Newrozê pîroz bikin. Lê dîsa em ê bi dirûşmeya jin, ciwan, dayik û gelê Botanê pîroz bikin. Destpêka buharê bi reng û sekna jinan di 8’ê Adarê de dest pê kir. Jinan 8’ê Adarê kirin Newroz. Ji 8’ê Adarê heta Newrozê em ê her roj Newrozê pîroz bikin. Heta azadî pêk bê em ê li qadan bin. Îro li her qadê têkoşînek mezin heye. Em Newroza hemû kesên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin. Ji ber ku sekn û bedela wan em anîn van rojan. Îro faşîzm dixwaze rengê kurdan tune bike û dengê kurdan bifetisîne. Lê em 50 salin têkoşîna azadiyê didin. Em dizanin azadiya kurdan di 2022’an de nêzîk e. Gelê kurd ne tenê ji bo xwe, ji bo gelê Rojhilata Navîn jî têdikoşe. Îro Rojhilata Navîn gola xwînê ye. Gelê kurd gelek bedel dan. Ev hem ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û hem ji bo demokrsiya Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê heta gelê kurd azad nebe, gelê Tirkiye û Rojhilata Navîn azad nabe. Ji bo gelê kurd azad nebe, her tim qirkirin, koçkirinê li kurdan ferz dikin. Lê em ê hem li girtîgehê û hem li derve heta dawî li ber xwe bidin. Em hezar silavan dişînin girtiyên zindanan.”

Salîha Aydenîz, li ser tecrîdê jî rawestiya û wiha got: “Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir. Lê îro li hemû qadên Tirkiyeyê tecrîd heye. Li hemû zindanên Tirkiyeyê hucreyê heye. Pergala desthilatdar hatiye xelasbûnê. Heta birêz Ocalan azad nebe, em ê li her qadê têkoşînê bilind bikin. Heta Birêz Ocalan azad bibe em ê li her derê têkoşîna xwe bilind bikin. Newroza 2022’an dê bibe Newroza Azadiya gelê kurd û Newroza azadiya Ocalan. Hûn çi bikin bikin, hûn dê nikaribin dengê kurdan, têkoşîna gelê kurd qedexe bike. Hûn nikarin dengê kato qut bikin. Kado dê her tim ji bo azadiyê biqîre.”

‘Dem dema azadiya Ocalan e’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî li ser girîngiya Newrozê rawestiya û wiha got: “Newroz ji bo gelê me li dijî mêtîngeran berxwedan e. Newroz li dijî dagirkeran serhildan e. Herî zêde gelê Botanê vê yekê baş dizane. Gelê Botanê her tim li dijî mêtînger û dagirkeran li ber xwe daye û serî hildaye. Gelê Botanê her tim di serê govendê de ye. Ji her çar aliye Kurdistanê re pêşengî kiriye. Dehaqê îro bila li berxwedana gelê kurd û Kurdistanû û dîroka Mezopotamyayê binerin. Di dîroka me de her tim Dehaq hatine. Lê ruhê Kawayê hesinkar her tim li dijî Dehaqan li ber xwe da. Her tim hişmendiya Dehaq têk biriye. Têkoşîna Kawayê Hesinkar her tim bi têkoşîna gel mezin bû. Gelê Botanê li ber xwe dide. Lê ev berxwedan îro li Îmraliyê bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan gihişt asta herî bilind. Îro Brêz Ocalan 24 salin vê berxwedanê li dijî van faşîst pêş dixe. Birêz Ocalan ji bo azadiya gelê Kurdistanê, ji bo azadiya gelê Rojhilata Navîn li ber xwe dide. Ji bo me Newroza 2022’an Dem dema serkeftinê ye. Dem dema azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Weki din rê û rêbazên din ji bo dagirkeran tune. Dagirker têk çûne. Gelê me peyamên herî dîrokî û girîng li qadê Newrozê diedin. Gelê me dê li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê biherike qadên Newrozê û wê vê peyamê bidin Tirkiye û cîhanê. Ez dîsa Newroza Kurdistan, Tirkiye û gelê cîhanê pîroz dikin. Dem dema serkeftinê ye.”

Dayikên Aştiyê meşaleya agirê Newrozê pê xist.