4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya dixwaze ji Sûriyeyê jî çekdaran tev li şerê bi Ukraynayê re bike

Rûsya li Sûriyeyê li bajarê Dêra Zorê li deverên di bin destê rejîma Sûriyeyê de dest bi nivisandina navê çeteyên ku dixwazin tevli şerê li dijî Ukraynayê bibin, kir. Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li navenda artêşa Rûsyayê ya Dêra Zorê dest bi nivisandina navan hatiye kirin, ku piraniya wan milîsên Qatircî yên girêdayî rejîma Şamê ne.

Çeteyên Qatircî bi giştînameyekê bang li endamên xwe kiriye û gotiye kî bixwaze tevli şerê Rûsya yê li dijî Ukraynayê bibe dikare were navê xwe tomar bike.

Wekî tê zanîn çeteyên Qatircî li gelek deveran li kêleka leşkerên rejîmê şer dikin û girêdayî rejîma Şamê ne. Her wiha navê vê rêxistinê di nava lîsteya ambargoya navdewletî ya li dijî rejîma Şamê de jî heye.

Ne tenê li Dêra Zorê li gelek deverên din ên wekî gundewarên Şamê jî di nava gel de mijara tevlêbûna şerê li dijî Ukraynayê gelekî tê ziman. Bi taybetî jî li deverên di bin kontrola rejîmê de ku rewşa aborî û jiyanê gelekî zor û zehmete, ev mijar tê nîqaşkirin.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê Istixbarata leşkerî ya rejîma Şamê di nava ciwanan de vê propogandayê belav dike û dibêje; kî bixwaze tevli şerê li dijî Ukraynayê bibe dê Rûsyayê mehane 1000 ewro bide wan.  Ev gotin tenê ji bo propagandaya tevlêbûnê tên bikaranîn lê kesek nizane ku bi rastî dê Rûsyayê li hemberî tevlêbûnê çi bide van çeteyan.

Mixabin berê jî gelek welat û hêzên din ên tevli aloziya Sûriyeyê bûn bi vî rengî komên çete ava kirine û wan ji xwe re di şerê li welatên din de bikar anîne. Bi taybetî jî dewleta tirk ev yek hem di nava axa Sûriyeyê de û hem jî wekî kujerên kirêkirî çeteyên wiha  li Lîbyayê jî bikar tîne.