3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Nobeta Edaletê li Meclisê daxuyanî dan

Dayikên Aştiyê yên di Nobeta Edaletê ya ‘Ji Abdullah Ocalan re aadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ li Meclisê daxuyanî dan. daxwaza rakirina tecrîdê kirin û bang li dayikên leşker û polîsan jî kirin

Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkîya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi Nobeta Edaletê kirin, li Meclisê daxuyanî dan. Daxuyanî li Deriyê Çapemeniyê yê Meclisê hat dayîn û gelek dayik tev li daxuyaniyê bûn. Her wiha Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû û gelek siyasetmedar jî tev li daxuyaniyê bûn.

Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li Meclisê bang li dayikên leşker û polîsan kir û wiha got: “Werin em bi destên hev bigirin û pêşî li ber rijandina xwînê bigirin.”
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tev li civîna Koma Jinan a Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bûn. Dayika Aştiyê Arîfe Kartal li ser navê înîsiyatîfê axivî û di serî de ji bo dayikên tev li Nobeta Edaletê bûne serkeftin xwest.
‘Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe’
Kartal, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin û wiha got: “Ev nêzî sê sal in em tu agahiyan ji Abdullah Ocalan nagirin. Divê parêzer û malbata wî bikarin biçin serdanê û pê re hevdîtinan bikn. Heta ku li ser Abdullah Ocalan azadî hebe dê tecrîda li ser zarokên me jî bidome. Heta ku tecrîd bi dawî dibe jî em ê li kolanan bin û derkevin qadan. Em, bêhiqûqtiya li dijî Abdullah Ocalan qebûl nakin. Em vê derhiqûqtiya li dijî zarokên xwe qebûl nakin.”
Bang li dayikan kirin 
Kartal, got ku sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd şer e û axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji bo dayikên leşker û polîsan e; werin em vê xwînê bidin sekinandin. Em naxwazin dayik êdî bigirîn. Dilê me dişewite û bila dilê hevalên me nesoje. Em hatin girtin, bila hevalên me neyên girtin. Daxwaza me edalet û wekhevî ye. Em aştiyê dixwazin.”