17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Doza ‘Çapemeniya KCK’ê’ cara 30’emîn hate taloqkirin

Danişîna doza ku weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê zanîn û 46 kes jê tên darizandin li Stenbolê hate lidarxistin û cara 30’emîn hate taloqkirin.

Danişîna 30’emîn a doza 46 rojnameger û xebatkarên medyayê ku weke “Doza Çapemeniya KCK’ê” tê pênase kirin, li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hate lidarxistin. Çagdaş Uluş ku bi awayekî negirtî tê darizandin û parêzer tev li danişînê bûn. Ji ber ku şandeya dadgehê hatibû guherandin, zabitên berê hatin xwendin.

Daxwaza “îadekirina telefonan” hate redkirin. Dadgehê biryar da ku xwe li benda înfazkirina biryara girtinê ya ji bo Îsmet Kayhan bigirin. Danişîna dozê taloqî 25’ê nîsanê hate kirin.