spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê: 3 gundî li qereqolê winda bûn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê disa li Qada Galatasarayê kom bûn û aqûbeta Omer Kartal û bira Omer û Mehmet Findik ên li Midûriyeta Polîsan a Sîlopiyê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.

Dayikên/Mirovên Şemiyê, ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe ya li Qada Gelatasarayê di hefteya 981’an de berdewam kirin. Dayik/Mirovên ku li qadê kom bûn, wêneyên windayan û qurnefil xistin destê xwe. Li gel malbat û dayikan, parazvanên mafên mirovan jî tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Omer û Mehmet Findik ên birayên hev û Omer Kartal ê ku dema Elok birin Midûriyeta Polîsan a Sîlopiya Şirnexê û careke din ji midûriyetê derneketin pirsîn.

Vê hefteyê di rojeva dayikan de Rêvberê MÎT’ê yê berê Mehmet Eymûr ê di salên 1990’an ke ji kuştina 18 kesên kujerên wan nediyar berpirsiyar bû, hebû. Dayikan ji bo Mehmet Eymur ê 81 salî ku îro mir gotin “Me ew baş nedizanî.”
Dayikan destnîşan kir ku di salên 90’î de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û destê Eymur jî di gelek qetilkirinan de hebû û îro jî bandora wî hebû. Vê hefteyê keça Fehmi Tosunê ku di bin çavan de hat windakirin, Prz. Jiyan Tosun daxuyanî xwend.

‘Îqtîdar guherî lê rejîm neguherî’

Prz. Jiyan Tosun, anî ziman ku ji sedsalên dîroka Tirkiyeyê heta niha bi sedan mirov bi destê dewletê hatin windakirin û wiha got: “Lê heta niha dewletê li dijî van windayan tu hesap nedaye. Sûcên van kuştinan bi polîkayên bêcezakrinê tên parastin. Xizmên windayan heta niha der barê faîlên sûc, faktêrên bûn sedema sûc û kesên hatin windakirin bi çire rû bi rû man de nebûn xwedî agahî. Ji bo van agahiyan fêr bibin gelek caran daxwaz kirin. lê tu carî daxwazên wan nehatin bersivandin. Ji ber vê yekê mixabin her çend îqtîdar bê guhertin jî rejîm û pergal nayê guhertin.”

3 gundî li qereqolê winda bûn

Prz. Tosun, bal kişand ser çîroka Omer û Mehmet Findik ên ku birayên hev in û çîroka Omer Kartal û wiha lê zêde kir: “Di 31’ê Kanûna 1995’an de li Navçeya Sîlopî ya Şirnexê bi telefonê li Keyayê gundê Doruklu Mehmet Findik geriyan. Gotin ‘Em ji Fermandariya Cendirmeyan digerin. Ji bo serê salê ji mere 3 elokan bînin. Mehmet Findik ê 13 sal keyatî dikir, ji ber ewlehiya wi tune bû, li gel xwe Emîn Findik û Omer Kartal jî birin. Bi hevre li maşîna Mehmet Findik suyar bûn û çûn qereqola cendirmeyan. lê carek din paşve venegeriyan.

Tozun, da zanîn ku piştî 3 gundî winda bûn, malbatê serî li hemû rayedarên dewletê dan, lê heta niha tu encan bi dest nexistine. Çend roj piştî bûyerê maşîna Mehmet Findik 300-400 dûrî Midûriyeta Polîsan a li Taxa Cûdiyê hat dîtin.

Her çend malbatê serî li hemû rayedarên fermî yên dewletê dan jî tu encam bi dest nexistin. Di sala 2015’an de der barê dosyayê biryara neşopandinê dan û ser dosyayê girtin.
Tosun herî dawî anî ziman ku çend sal derbas bibin jî dê ji bo Mehmet Findik, Omer Findik û Omer Kartal lêgerîna edaletê berdewam bikin.

Dayikên Şemiyê piştî daxuyaniyê qurnefil danîn ber peykerê li Qada Galatasarayê û belav bûn.