18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê dorpêça polîsan derbas kirin û gihan Qada Galatasarayê

Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyan jî vê heftiyê çalakiya xwe pêk anîn, bariyerên polîsan derbas kirin û qerenfîl avêtin Qada Galatasarayê

Dayikên Şemiyê yên bi daxwaza aqûbeta windayan zelal bibe û faîl bên darizandin û girtin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin, di hefteya 965’emîn de jî çalakiyê li dar xistin.

Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî qedexekirina qadê biryara “binpêkirinê” da jî 25 hefte ne polîs nahêlin ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin. Polîsan dîsa bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamiya Beyoglûyê çalakiya dayikan asteng kir. Polîsên ku destûr nadin çalakiyê wek her hefteyê qadê û hemû kolanên ku derdikevin qadê bi bariyeran girt.

Seroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Nûnera Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Ûmît Efe, Parlamenera Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn.

Polîsan gotinên tacîzê ji parlamenter re gotin

Dayikên Şemiyê û beşdaran xwestin di Cadeya Îstîklalê de bimeşin Qada Galatasarayê, polîsan ew derpêç kirin. Di dorpêçê de polîsan ji parlamenter Ayşegul Dogan re gotinên tacîzê gotin, “Hefteya bihûrî porê we fonkirîbû lê vê hefteyê na, hema bêje me we nas nekir.”

‘Ez dixwazim bi wan re rû bi rû bibim’

Hanîfe Yildiz a ku polîsan wê li pişt bariyeran hişt diyar kir ku ew hesabê windakirina lawê xwe Mûrat Yildiz dipirse û got: “Ez ê her tiştî ji bo lawê xwe bikim. Ez dixwazim bi Ramazan Kaya, Tahîr Şerbetçî, Îsmaîl Ozturk re hevdîtin bikim. Ez dixwazim bi wan re hevrû bibim. Ez dayikek im ku min bi destê xwe lawê xwe bir qereqolê. Çawa viya li min kirin. Ez ê li van bipirsim. Ka kamera we li ku ye? Ez gazî wî komiser Ramazan Kaya dikim, 28 sal bûn te min xapand, te lawê min ji min veqetand. Niha lawê min tune ye, ez ê çi bikim. Lawê min ew bi tenê bû. Ez ê her biqîrim.”

Di vê navberê de polîsan destûr neda rojnamevan karê xwe bikin û wan derxist derveyî qada dorpêçkirî.

Baryer derbaskirin û çûn qadê

Ji çalakvanan Masîde Ocak, Besna Tosûn û yên li gel wan bariyeran derbas kirin û heta qadê hatin û qerenfîl avêtin qadê. Polîsan wan li vir dîsa dorpêç kir. Polîsan diyar kir ku Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal banga beşdariya çalakiyê kirine. Bestna Tosûn ku bavê wê hatiye windakirin diyar kir ku ev agahî ne rast in û wan bangek wiha nekiriye.

‘AYM dibêje ez dayikên şemiyê diparêzim’

Masîde Ocak jî li ber astengiya polîsna rabû û destnîşan kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn dibêje divê Dayikên Şemiyê bên parastin lê polîs her hefte zextan li wan dikin.

Binçavkirin  

Polîsan gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan kelemçe kirin û kirin binçavan.

Astengkirina neheq

Koma din ku nêzî qadê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin nerazîbûn nîşanî astengiyê û dorpêçê dan. Seroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku ew carek din bi awayek neheqî hatine astengkirin.

‘Hiqûq vê şemiyê jî qedexe ye’

Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dan û hat destnîşankirin ku Cadeya Îstîklalê ji her kesî re qedexe ye û wiha hat gotin: “Hiqûq, destûra bingehîn û mafên mirovan vê şemiyê jî qedexe ye! Qada Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye.”