4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi girseyî tev li şîna Bulbun bûn

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a tev li şîna nûnerê KNK’ê yê li Hewlêrê hate qetilkirin bû, wiha got: “Bêdengiya PDK’ê îşaretê bi hevkariya wan a êrîşê dike.”

Cenazeyê Denîz Bulbun ê di êrîşa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di 18’ê îlonê de li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin, tevî hemû astengiyan jî li bajarê xwe navçeya Gever a Colemêrgê hate veşartin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî jî di nav de bi sedan kes tev li merasîma cenazeyê Bulbun bûn. Girseya ku ber bi qada şîn lê hate danîn ve meşiyan, posterên Bulbun hilgirtin û dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Ey şehîd rêya te rêya me ye” , “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” û “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” hatin berzkirin.

Piştî duayên ji bo Bulbun ê hate qetilkirin hatin xwendin û rêzgirtinê, li ser navê şandeyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî.

Aydenîz, diyar kir ku Bulbun bi salan li ser zimanê kurdî têkoşiya û wiha got: “Em dizanin ku dewletê bi salan çawa zilm li hebûna kurdan li ziman kiriye. Şahidê herê baş ê vê yekê jî bû hevrê Denîz. Hevrê Denîz, hemû hewldan û têkoşîna xwe ji bo azadiya gelê kurd û ziman da. Di her qadê de xebatên xwe meşandin. Dewleta dagirker a ku hewl dide têkoşîna kurdan têk bibe, ji ber pûç û vala ceza li hevrê Denîz birî, hevrê Denîz neçar ma biçe Başûr. Vê dewletê hebûna xwe li ser tunebûna gelê kurd ava kiriye. Kurdan ceza dike, sirgun dike û qetil dike. Gelê me jî dibêje ‘Başûr axa me ye’ û diçe wir. Lê di demên dawî de em dibînin ku kurd nikarin li Başûr bên parastin.”

‘Bêdengiya pdk’ê îşaret bi hevkariya PDK’ê dike’ 

Aydenîz, bal kişand ser bêdengiya PDK’ê ya li dijî êrişê û wiha berdewam kir: “Heke heta niha bêdeng mabin, bi awayekî zelal dikarin vê bêjin; ev hevkarê komkujiyê ne. Heke ji bo yekitî û bi hevreyî ya gelê kurd rêxistinkirineke xurt çênebe dê destê dijmin her tim li ser me be. Qetilkirina hevrê Denîz ne tesadûfî ye. Ev komkujî bi zanebûn û bi awayekî hevpar hate kirin. Ne tenê Denîz bi dehan hevalên me li başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin. Bi dehan hevalên me yên çûn wê derê û têkoşîna xwe li her qadê domandin bi hevkariya PDK’ê hatin qetilkirin. Em vê helwesta PDK’ê qebûl nakin. Divê rêveberiya PDK’ê van komkujiyan derxîne holê û têkildarî vê daxuyaniyê bide. Heke bêdeng bimînin wê demê hevkariyek heye.”

Aydenîz bi lêv kir ku li dijî êrişan ji bo azadî û statuya kurdan û zimanê kurdî bibe zimanê fermî dê her tim têbikoşin û ev tişt got: “Têkoşîn tu car nerawestiya û wê neraweste jî. Niha em ê hêj xurttir, bi bawerî û mezintir têbikoşin. Divê gelê Başûr jî li dijî van êrişan demildest serî rake. Em Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava yek parçe dibînin. Em ê ji bo Kurdistana yek parçe, ji bo yekitiya gelê kurd têkoşîna xwe bidomînin.”

Dayik bulbun: serê me bilind e

Dayika Bulbun, Şahnaz Bulbun jî spasiyên xwe pêşkeşî şandeya ku hatin serdana şîna wan kirin û destnîşan kir ku serbilindin û wê têkoşîna xwe ji cihê mayî bidomînin.”

Şande piştî duayên hatin kirin, ji nav taziye veqetiya.