18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewlet tiştên wisa nake!

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê li aqûbeta Îbrahîm Gundem û Mehmet Zekî Akyildiz ên hatin windakirin pirsîn. Fermandariya Leşkeriyê ji malbata Gundem re gotiye, “Hûn dewletê sûcdar dikin, lê dewlet tiştên wisa nake!” 

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Amed û Êlihê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. Çalakiya li Amedê di hefteya 763’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Ceylan Akça û Serhat Eren, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên HDP, DBP, Partiya Çepên Kesk beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windana li erdê raxistin û hildan.

Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê di 25’ê îlona 1991’an de li gundê Qenderhel ê bi ser navçeya Hezroya Amedê ve hatibû windakirin, hat pirsîn.

‘Bila behiqûqiya li qada galatasarayê bi dawî bibe’ 

Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Sûzan Mehmetoglû axivî û diyar kir ku ew bênavber ji bo aqûbeta windayan zelal bibe û faîl bên darizandin têdikoşin. Mehmetoglû anî ziman ku dewlet daxwaza Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji nedîtî ve tê û xwest bêhiqûqiya li ser Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê bi dawî bibe.

 ‘Êm ê heta mirinê li wan bipirsin’ 

Xwişka Gundem, Ferîde Gundem jî axivî û got: “Em her roja şemiyê li windayên xwe û heqîqetêdigerin. Em jî dixwazin gorek me hebe. Heta em saxbin em ê dest ji vêt êkoşîna xwe bernedin. Em ê vê êşê ji bîr nekin. Heta ku hestiyên zarokên me bidin me, em ê li vir bin.”

‘Rêya aştiyê hevrûbûn e’ 

Parlamenter Serhat Eren jî axivî û destnîşan kir ku rêya aştiyê û çareseriyê di hevrûbûnê de derbas dibe û heqîqet derkevin holê û heta dawiyê wê bi xizmên windayan û Dayikên Şemiyê re bin.

Dewlet hewl daye xwe derxe paqijiyê! 

Endama Komîsyona Windayana ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Gundem xwend. Elçî destnîşan kir ku leşker Îbrahîm Gundem dikin binçavan û wî winda dikin û ji wê rojê ve xebar jê nayê girtin. Elçî anî ziman ku malbat diçe serî li Fermandariya Leşkeriyê ya Bajêr dide û leşker jê re dibêje, “Hûn dewletê sûcdar dikin, lê dewlet tiştên wisa nake!”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Êlihê hefteya 599’emîn 

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî çalakiya xwe di hefteya 599’emîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê li dar xistin. Rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.

Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di sala 1992’yan de li navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê Hîzbûllahê ve hatibû windakirin, hat pirsîn.

Rêveberê ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê her li aqûbeta windayan bipirsin û serpêhatiya windakirina Akyildiz xwend.

Elçî di daxuyaniya de qala serpêhatiya windakirina Akyildiz kir û destnîşan kir ku Mehmet Zekî Akyildiz di sala 1992’yan de gelek caran bi gefên kuştinê yên endamên Hîzbûllahê re dimîne û wê çaxê li Dibistana Navîn a ya 60. Yilê dixwîne. Elçî anî ziman ku Akyildiz paşê ji aliyê Hîzbûllahê ve tê revandin û wî winda dikin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.