13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê: Em dest ji Qada Galatasarayê bernadin

Dayikên Şemiyê, di hefteya 895’an de çalakiya ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Malbat vê hefteyê li ser “Hefteya Windayan” rawestiyan. Xwişka Hesen Ocak ku di 19’ê gulana 1995’an de hat windakirin Maşîde Ocak daxuyanî da. Ocak, diyar kir ku weke parçeyeke polîtîkayên zextê yên niha tên meşandin desthilat dayikên şemiyê ji ber têkoşîna wan a li dijî nehiqûqiyan “sûcdar” îlan kiriye û wiha got: “Ji ber ku em pirsa hezkiriyên xwe dikin tên sûcdarkirin. Biryarên derbarê xizmên windayan de tên dayîn biryarên polîtîk in. Şert çi dibin bila bibin êm ê ji bo vê têbikoşin. Em dev ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedin û em di dûwarên bêcezahiştinê de qewaran vebikin. Em dest ji daxwaza xwe ya edaletê û Qada Galatasarayê bernadin.