8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê Mexmûrê li dijî êrîşa dewleta tirk meşiya

Li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk saet di 13.00’î de wesayîta Hacî Mîrze Elî bombe kir. Piştî êrîşê şêniyên wargehê berê xwe dan cihê bûyerê û ciwanê birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Hogir. Şêniyên Mexmûrê li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn û dirûşmeyên “Bimire xiyanet”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Mexmûrê” êrîşa hewayî şermezar kir. Gel heta avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan û bertekên xwe anîn ziman. Li vir piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak daxuyaniyek da. Bûdak diyar kir ku ciwanekê wargehê dema ku bi wesayîta xwe ji baxçeyê divegeriya mala xwe, bû hedefa balafira bêmirov û biçek a dewleta tirk û got: “Îro dewleta tirk a dagirker û xwînmij ku ji exlaqê tu para xwe negirtiye, weke vampîrekî ji xwînê xwe tîmar dike û hebûna xwe dide berdewam kirin, li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, wargeha ku bi sekn û berxwedana xwe, rûyê vê dewletê yê qirêj derdixe holê, êrîşekî hewayî pêkanî. Ev êrîşên hovane yên dewleta tirk yên li Silêmanî, Mexmûr û Şengal delîla herî berbiçav a binketina dewleta tirk e Çi dibe bila bibe em ê li ser lingan bin. Em dubare dibêjin wê tu hêzên qirêj ku hesabên xwe yên têkbirina Tevgera Azadiyê û Kurdistanê dide meşandin wê ev xeyala wan bi cih neyê. Em ê bi ser bikevin û em ê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe bidin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Mexmûrê”, “Bimire xiyanet” û “Tolhildan” bi dawî bû.