19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

2 milyon û 476 hezar kesan xwest PKK’ê ji lîsteya terorê derxin

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji bo navê PKK`ê ji “lîsteyên terorê” bê derxistin 2 milyon û 476 hezar û 173 kesan îmze daye. Însiyatîfê daxuyanî da encama xebatê eşkere kir. Înîsiyatifê li stada 12`ê Adarê ya li Qamişloyê daxuyanî da. Berdevkê însiyatîfê Ferzende Munzir û endama Kongra Star a Hesekê Nîda Elî Salih daxuyanî xwendin.
Daxuyaniya Înîsiyatifê wiha ye: “Piştî bidawîbûna çalakiyên demokratîk ên bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteyên terorê” yên Ewropa û Amerîkayê, di encama binpêkirineke mezin a li hember beşeke berfireh a ku ev partî jê derketiye, ango gelên herêma Rojhilata Navîn û gelên cihêreng ên wê, pêkhate, olên cihêreng û gelek netewe, bi taybetî gelê kurd û ji ber ku em rêzê ji xebatên û fedakariyên vê partiyê re digirin ku armanc dike biratiya gelan, jiyana hevbeş û wekhevî li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk pêk bîne.

Em endam û alîgirên Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bajarên Heleb û Şamê ji bo hevgirtinê bi însiyatîfa cîhanî ya bi dirûşma “Edaleta navneteweyî ji bo Kurdan” a ji bo derxistina navê PKK`ê ji lîsteya terorê û li ser bingeha baweriya me bi têkoşîna PKK`ê, têkoşîna rewa ya ji bo azadiyê û demokratiyê ku di mîsaqa NY`yê û madeyên wê yên bi hejmar 1 û 2 de hatine mîsogerkirin, me dest bi hemleya komkirina îmzeyan di nav gelên kurd, ereb, yên din û saziyên civaka sivîl, rewşenbîr, partiyan de kiribû.

‘Dewleta tirk li Bakur zêdeyî 4 hezar gund şewitandin’  

Divê em diyar bikin ku dewleta tirk ji du sed salan ve li dijî kurdan û gelên din ên resen siyasetên qirkirinê û înkarkirinê dimeşîne da ku wan bihelîne. Ji ber wê gelek tevger, serhildan û şoreşên Kurdan li dar ketin. Herî dawî jî PKK bû ku ji ber wê terora dewleta tirk zêdetirî 4 hezar gund li Bakurê Kurdistanê şewitandin.

Her wiha li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê pêk anîn, çekên kîmyawî yên qedexekirî li dijî gerîla li Zap, Avaşîn û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê bi kar anîn. Bi awayekî eşkere destekê dide DAIŞ û Nusrayê ku di lûtkeya lîsteyên terorê yên cîhanê de ne. Kuştina mîrên DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Qerdaşî li cihekî li Idlibê ku zêdetirî kîlometreyekê ji sînorên Tirkiyê ne dûr e, îsbata vê yekê ye.

Lê şervanên PKK`ê roleke mezin di rizgarkirina herêmên berfireh ên Sûriyê û Iraqê de ji terora DAIŞ û Nusrayê lîst û di wê oxirê de bi hezaran ji wan şehîd bûn û birîndar bûn. Ji bo wefadariya wan fedakariyên mezin me dest bi hemleya berhevkirina îmzeyan kir û me 2 milyon û 476 hezar û 173 îmze kom kirin. Di vê çarçoveyê de em spasiya hemû kesên lîste îmze kirine û komîteyên ku bi vî karî rabûne, dikin.”