7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Firat Can li Payizê pirtûkên xwe îmze kir

Nivîskar Firat Can li Pirtûkxaneya Payizê, bi xwînerê xwe re hat cem hev û ji bo xwînerên xwe pirtûkên xwe îmze kir. Firat Can ku heta niha 3 pirtûk nivîsandine, pirtûka xwe ya dawî Hêvî û Şîn (Umut ve Mavi) û pirtûkên xwe yên berê îmze kir. Gelek xwîner û nivîskar li Pirtûkxaneya Payizê kom bûn û pirtûkên xwe dan îmzekirin. Beriya ku Can pirtûkên xwe îmze bike bi xwîneran re gotûbêş kir. Di bernameya gotubêşê ya bi navê “Wêje û girtîgeh” de pêşkêşvan Bîrsen Orhan ewil Firat Can bi xwîneran da nasîn û qala pirtûk û xebatên wî kir. Piştre Nivîskar Firat Can pirsên xwîneran bersivand

Can ê ku heta niha pirtûkên bi navê “Her tim şîn bimîne (Hep mavi kal)”, ”Welatekî tê hevîkirin” (Umuda bir Ülke)” û “Hevî û şîn (Umut ve mavi)” nivîsandiye, qala zor û zahmetiyên girtîgehê kir. Can anî ziman ku ji bo cih, war û bajarekî pênase bike bi rojan li heviya bersîvên nameyan maye û wiha got: “Berhemên min li ser bingehên têkoşîna azadiyê ava bûn. Min bi zimanê jiyanê ev berhem nivîsandine. Li girtîgehan bi hezaran girî hene. Di nava van girtiyan de nêzî 120 nivîskarên kurd berhemên xwe gîhandine xwînerên xwe. Lê dema em nivîskarên ku berhemên wan li girtîgehan hatine îmhakirin, pirtûkên wan negihiştine xwîneran û di refên weşanxaneyan de riziyane jî lê zêde bikin, ev hêjmar zêdetir dibe.”

Nivîskar Can piştî gotubêşê pirtûkên xwe îmze kir.