11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Şemiyê tevî qedexeyê jî ber bi Galatasarayê ve dimeşin

Dayikên Şemiyê tevî hemû astengiyan jî di hefteya 962'yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşin.

Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, tevî hemû astengiyan jî di hefteya 962’yemîn a çalakiya xwe de ber bi Qada Galatasarayê ve dimeşin.

Gelek kes tev li çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê bûn. Li ser biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyogluyê gelek polîs dîsa hemû kuçeyên derdikevin qadê û Cadeya Îstîklalê girtin û derdorê dorpêç kirin.

Dayikên Şemiyê yên ku di destê wan de qerenfîl hebûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û astengkirin.

Tevî hemû astengiyan çalakiyê berdewam kir. Di çalakiya vê heftiyê de li ser navê xizmên windayan birayê Serokê Navçeya HADEP’ê Serdar Taniş ê di 25’ê Çileya 2001’an de di binçavan de hat windakirin axivî. Taniş diyar kir ku heta berpirsyar hesab bidin ew ê têbikoşina xwe bidomînin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Winda bila bên dîtin bersûc hesab bidin” bi dawî bû.
Şaxên ÎHD’ê yên Wanê, Rihayê, Edene, Mêrsîn, Îzmîrê jî ji bo piştgiriya Dayikên Şemiyê daxuyanî dan û hat xwestin ku Qada Galatasarayê li çalakiya Dayikên Şemiyê bê vekirin û zextên li ser wan bi dawî bibin.