spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

ÎHD û Xizmên windayan: Em dev ji têkoşînê bernadin

Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin”de xwestin ku kujerên Mehmet Sîncar  bên dîtin û darizandin.

Xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 760’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû  ya navçeya Rezan a Amedê lidar xistin. Kesên Li çalakiyê bûn wêneyê windayan hildan û pankarta mezin a  ku wêneyên windayan li ser e li erdê hate raxistin. Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Mehmet Sncarê ku di 4’ê Îlona 1993’an de li navenda bajarê Êlihê hatibû kuştin, pirsîn. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, malbatên windayan û hevserokê HDP’ya Amedê Zeyyat Ceylan, parlemetêrê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Mehmet Kamaç amade bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de serokê şaxê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Ercan Ylmaz got ku ew ji bo salvegera kuştina Parlamenterê Mêrdînê yê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncarê ku ji bo lêkolînkirina kuştina “kujer nediyar” a endamên Meclîsa Partiyê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç çû Êlihê û li wir hat kuştin, civiyane û wiha got: “Mehmet Sincar û Metîn Ozdemîr di 4’ê Îlona li 1993’an de Êlihê rastî êrîşa çekdarî hatin li wir hatin kuştin.  Ercan Yilmaz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Hewl didin ku daxwaza edaletê ya parêzvanên mafê mirovan asteng bikin. Mîna kuştina Vedat Aydin, Musa Antar, Metîn Can, û gelek bûyerên wisa ev bûyer jî tê xwestin ku bêceza were hiştin. Malbat û parêzvanên mafan êdî ji van pêkanînên darazê re tahmula wan nemaye.

‘Pergala Demboriyê, sûcê herî mezin yê li cîhanê ye.’

Piştre hevjîna Mehmet Sincar Cîhan Sincar axivî. Cîhan Sîncar diyar kir ku ev 30 salin têkoşînê dikin da ku kujerê Sincar bê dîtin. Mihemed jî yek ji wan kesan e ku me navê wan di dilê xwe de nivisandiye. Bi rastî berê ev pergala demboriyê li Tirkiyeyê tunebû. Di sala 2004’an de kujeran re rûniştin û ev pergal peyda kirin. Pergala Demboriyê sûcê herî mezin yê li cihanê ye. Her çiqas ne di serdema AKP’ê de bûbe jî bi vê pergalê neheqiyeke mezin li me dikin. Em jî wekî malbata şehîdan careke din soz didin ku kî were û qanûna bigûherînin jî em ê li ser a xwe bimînin û dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê ne wan jibîr bikin û ne jî wan bidin jibîrxirin. Bila her kes vê yekê baş bizanibe. Ev winda nirxên gelê xwe ne. Sucê wan ew e ku tenê xwestine li welatê xwe azad bijîn. Heta em sax bin em ji ya xwe danakevin û piştî me jî wê zarok û neviyên me vê têkoşînê bidomînin û li van nirxan xwedî derkevin.

‘Yên ku têk çûn hêzên tarî bûn’

Herî dawî hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî û got ku ew tev dizanin salên 90’î li dijî siyasetmedarên kurd û pêşengên hovîtiyên mezin hatin kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Endamê parlemetoya Tirkiyeyê jî bi van hincetan li Êlihê hat şehîdkirin. Bêcezabûn yanî dema ku doza wan dikin qurbaniyên demboriyê û ceza nadin kujeran bi vê yekê gelê me rencide dikin. Li gor hiqûqa hundirî jî û li nav ya navnetewî jî tên kirin ne hiqûqî ye. Têkoşîna me jî têkoşîna hiqûqî ye. Heta kujerên wan dernekevin holê û neyên cezakirin wê ev tekoşîna me bidome. Têkoşîna Mehmet Sîncar û hevalên wî ji aliyê milyonan ve tê meşandin. Yên ku digotin em ê Sîncar û hevalê wî bikujin û dawî li têkoşîna wan bînin, rastî têkoşîna gelê kurd hatin. Yên ku têk çûn ne pêşengên gelê me lê hêzên tarî bûn.