28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê azadî bi ser bikeve

Meşa enternasyonalîstan ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Baselê destpê kir, di roja duyemîn de li bajarên Fransayê dewam dike. Rêwiyên meşa azadiyê diyar kirin ku berxwedan û azadî wê bi ser bikevin.

Meşa dirêj a enternasyonalîstan di çarçoveya pêngava “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” doh li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir û roja duyemîn a çalakiyê serê sibehê li bajarê Saînt Loûîs ê Fransayê dewam kir. Meşa enternasyonalîstan ku ji sala 2017’an û vir ve bi rêk û pêk beriya her 15’ê Sibatê tê lidarxistin, îsal ji 13 welatan bi beşdariya 200 enternasyonalîstan destpê kir. Enternasyonalîst li pişt pankarta bi nivîsa “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” dimeşin û tevî wêneyên Rêberê Gelêw Kurd Abdullah Ocalan alên PKK’ê bilind dikin. Di meşê de bi zimanên cuda tim û tim dirûşmên ji bo azadî û berxwedanê têne qîrîn. Di heman demê de bi rêya belavokan işaretê bi tecrîda li Îmraliyê û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Kurdistanî jî di rê de beşdarî meşa enternasyonalîstan dibin. Bi dirûşman piştgirî ji berxwedana li zindanan re tê dayin.

Enternasyonalîst di rêwîtiya xwe de bi şaredariyan re jî hevdîtinan dikin û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dosyayan pêşkêş dikin.