7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên azadiyê li Şemrexê ne

Rêwiyên Meşa Azadiyê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê sibatê de hatiye destpêkirin, didome. Rêwiyên Azadiyê meşa xwe li Şemrexê berdewam dikin.

Meşa Mezin a Azadiyê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a siyasî di 1’ê Sibatê de destpê kir, 12 roj in didome. Rêwiyên Meşa Azadiyê ku ji siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civakî û demokratîk pêk tên, meşa xwe li navçeya Şemrex a Mêrdînê didomînin. Rêwiyên Meşa Azadiyê di navbera Dêrik û Şemrexê de rêwîtiya xwe kirin û li qada bejayî govend gerandin. Piştre derbasî nava bajêr bûn.

Rêwiyên li rawestgeheke petrolê ya li bajêr bi dahol û zirneyê hatin pêşwazîkirin. Di nava girseya gel de hejmara jinan gelek bû. Gelek kes bi kincên neteweyî tevlî pêşwazîkirinê bûn. Girseya gel qurnefîl da meşvanan û demeke dirêj govend gerand.

Meşvan piştre tevî girseya gel heta qada bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Gel rewiyên meşa azadiyê li ser rê bi coşek mezin pêşwazî kirin.

Koca: Meşa me li dijî tarîtiyê meşa ronahî û azadiyê ye

Parlamentera Mersînê ya DEM Partiyê Perîhan Koca di meşê de axivî û got, “Ji bo aştiyeke mayinde, wekhevî û azadiyê dimeşin. Ev meş li dijî tarîtiyê meşa vekirina rêya komara demokratîk e. Ji ber vê yekê meşa ronîkirinê ye. Lêgerîna rêyeke nû ye. Meşa diyarkirina çarenûsa gelê Kurd e. Meşa ‘Êdî bes e’ ya dayikên aştiyê ye. Meşa gelê Kurd e ku berdêlên herî giran daye.”

Perîhan Koca bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyeyê û got, “Silav ji berxwedêrên greva birçîbûnê re ku hewl didin bibin deng ji aştiyê re. Silav ji Nobeda Edaletê re ku bi pêşengiya Dayikên Aştiyê tê meşandin. Em ê aştiyê bi hev re ava bikin.”

Namzetên Hevşaredariya Şemrexê ya DEM Partiyê Hamdîn Demîr û Kûdret Ûçûk jî meşvan silav kirin û gotin, “”Heta ku ev pirsgirêk bê çareserkirin meş wê dewam bike. Dem dema azadiyê ye.”

Rawestgeha meşvanan navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê ye.