19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Kîbriye Evren hat berdan

Rojnameger Kîbriye Evren ji bo îfadeyê ji şaxa TEM’ê ya Kocaeliyê sewqê dozgeriyê kirin. Kibriye Evren li dadgehê serbest hat berdan.

Polîsan di 9’ê sibatê de bi ser mala Rojnameger Kibriye Evren a li Navçeya Tuzla ya Stenbolê de girtin û ew li malê binçav kiribûn. Polîsan piştre ew biribûn şaxa TEM’ê ya Polîsan a Kocaeliyê. Polîsan piştî 3 roj binçavkirinê Kibriye Evren sewqî Edliyeya Kocaeliyê kirin. Rojnameger Kîbriye Evren bi hinceta ku di sala 2021’an de ji hevalê xwe yê girtî re pere şandiye bi îdiaya “endamtiya rêxistina terorê” û “fînansekirina rêxistina terorê” hat sûcdarkirin, hat binçavkirin. Duh îfadeyên wê ya li Şaxa TEM’ê ya Kocaeliyê bi dawî bû. Piştî îfadeya wê ya şaxa TEM’ê xilas bû ew sewqî edliyê kirin.

Evren piştî li dadgehê îfade da, dadger der barê kibriye de biryara berdanê da û Kibyire Evren hat berdan.

Rojnameger Selamet Turan girtin

Li aliyê din di heman rojê de rojnameger Selamet Tûran jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexe hatibû binçavkirin. Selamat Turan piştî li midûriyeta polîsan îfade da ew sewqî dadgehê kirin. Selamet Tûran li dadgehê piştî îfade da, dadger der barê Turan de biryara girtinê da. Selamet piştî biryara dadger, hat girtin û şandin girtîgehê.