3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dê gel hesabê maxdûrên erdhejê bipirse’

Hevberdevka SODAP'ê Kezban Konukçu, aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica û ji TOP'ê Perîhan Koca, daxuyandin ku dê li qadan azadiya Abdûlah Ocalan biqêrin û dan zanîn ku Newroza îsal dê bibe Newroza hesabpirsînê

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Her der Newroz her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” li Stenbolê deklarasyona 2023’yan a Newrozê hat aşkerakirin. Nûnerên sazî û dezgehên sivîl û gelek partiyên siyasî tevlî aşkerakirina deklarasyonê bûn. Newroz dê îsal li Stenbolê di 19’ê adarê de li Qada Yenîkapi bê pîrozkirin. Newroza îsal diyarî kesên ku di 6’ê sibatê de di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin.

Derbarê Newroza îsal de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Sarica, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu û Endama Lîjneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakê (TOP) Perîhan Koca ji Ajansa Jinnewsê re axivîn.

Eylem, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser erdheja ku pêk hatî û diyar kir ku dê di Newroza îsal de hersa xwe ya li hemberî xemsariya ku di erdhejê de derketî holê li qadan binînin ziman. Eylem, wiha bal kişand ser pîrozkirina îsal a Newrozê: “Gelê me dê îsal li qadan hesabê mexdûrên erdhejê bipirse. Em ê li qadan kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr bînin. Di 8’ê Adarê de em çawa li dijî şîdeta pergalê derketin em ê di Newrozê de jî hêza xwe ya derketî holê nîşan bidin.”

‘Wê îsal jî azadiya Ocalan biqêrin’

Eylem, destnîşan kir ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li qadên Newrozê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Me par ji bo Newrozê got Newroza 50’emîn, em ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd çûn qadan û îsal dê bi heman armancê biçin qadên Newrozê. Daxwazên ku di 8’ê Adarê de hatin ziman dê di Newrozê de jî bînin ziman.”

‘Hersa xwe bi berxwedanê derxin asta herî jor’

Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên îktîdarê û qeyrana aboriyê û got: “Di vê erdhejê de derket holê ku hêviya herî mezin ji hêla gelan ve hat pêşxistin. Gelên ku li ser vê erdnegariyê dijîn piştevaniyê mezin kirin û hêviyên xwe zîndî kirin. Divê em piştevanî û têkoşîna heyî mezin bikin jiyaneke nû biafirînin. Her wiha divê hersa xwe bi berxwedanê derxin asta herî jor. Li dijî îktîdara faşîst bêtir têbikoşin. Newroz roja berxwedana gelan e. Ji ber vê jî îsal Newrozê em ê hem kesên ku jiyana xwe di erdhejê de windakirine bi bîr bînin, hem jî li dijî faşîzmê biqêkirn. Em bangy li kedkar, jin, ciwanan dikin ku li qadên Newrozê cihê xwe birin.”

‘Em ê li qadan hersa xwe bînin ziman’

Endama Lîjneya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakê (TOP) Perîhan Koca, diyar kir ku şîn, êş û hersa gel zêde ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Newroz navê berxwedan û serhildanê ye. Newroza 2023’yan dê bibe Newroza hesabpirsîn, guherîn, veguherînê û serkeftinê ye. Îsal bi coşek mezin dê govend neyê gerandin lê belê em ê li qadan hersa xwe bînin ziman û bêjin ‘Dewlet li ku ye’. Ji hêla gelan ve demek dirêje agirê azadiyê hatiye pêxistin. Em ê Newrozê wek mîlada avakirina welatê xwe pêşwazî bikin. Şoreşger, sosyalîst, femînist, welatparêz û gel çawa piştî 6’ê sibatê ji ber erdhejê

piştevaniyê mezin kir, di 8’ê Adarê de jinan hersa xwe veguherand serhildanê, di 1’ê Gulan û 14’ê gulanê de dê carek din welatê xwe ava bikin, em bi vê re Newroza 2023’yan pêşwazî bikin. Dê di vê pêvajoyê de serkeftin dê bibe ya gelan.”