6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Iraqê ji Tirkiyeyê xwest avê berde

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihand ku wana ji Tirkiyeyê xwestine para avê ya Iraqê zêdetir ji robarê Dîcle û Firatê berdin. Berdevk ragihand ku pêwîstiya Iraqê her saniyek bi bi 400-500 metre kûp avê heye

Berdevkê Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê Xalîd Şemal bi daxuyaniyekê ragihand ku wana daxwaznameyek li ser avê pêşkêşî dewleta Tirk kirine. Xalîd got ku wana ji Tirkiyeyê xwestine avê zêdetir berdin û got; “Di saniyekê de ji robarê Dîcleyê 400 metre kûp, ji robarê Firatê jî 500 metre kûp av ji bo Iraqê pêwîste. Dihat payîn Iraq di 5’ê Adarê de avê berde, ji bo wê ger Tirkiye av berdabe, dibe ku di nava çend rojan de bigihi herêmên Başûrê Iraqê.”

Hêjayî gotinê ye dewleta tirk li dijî Iraqê avê weke çekekê bikar tîne, bi taybet jî dewleta tirk avê dijî gelê Kurd li Sûriye û Iraqê bikar tîne û dixwaze Iraq hîn zêdetir di warê êrîşên dijî gelê Kurd de alîkariya wan bike.