27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnameger Ferhat Çelîk hate binçavkirin

Ferhat Çelîkê Xwediyê Îmtiyaza Ajansa Mezopotamyayê ye ji bo îfadeyê çû Qereqola Ferîkoyê û hate binçavkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk, hate binçavkirin. Çelîk, ji bo îfadeyê çû Qereqola Ferîkoyê û bi hinceta ku di çarçoveya lêpirsîneke cuda de biryara girtinê heye, hate binçavkirin.

Hat zanîn ku dê Çelîk li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê îfadeyê bide dozgeriyê.

Rojnameger Ûgûr Yilmaz hat berdan

Li aliyê din li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Rojnameger Ûgûr Yilmazê ku cezayê xwe qedand, ji girtîgehê hat berdan. Ûgûr Yilmaz di sala 2017’an de ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ve bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê hepsê lê birîbû. Yilmaz ê 5 sal û 7 meh û 27 roj girtî ma bi şert hat berdan.