spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê hemû bêrêtiyên qeyûman werin aşkerakirin

Niha piştî ku gelê kurd şaredariyên xwe ji destê van diz û talankeran derxistin dê di rojên pêş de bêtir bi belge û delîlan ev diz û talanan tevî aşkera bikin.

Piştî têkçûna AKP’ê li gelek deveran û dewirgirtina şaredariyên, tu derbasî kîjan şaredariyê dibî wekî malê talanê lê kirine. Bi taybetî jî şaredariyên kurdan ên ku ji alî qeyûmên AKP-MHP ve hatibûn dagirkirin, berê jî gelek caran behsa dizî û talana li van şaredariyan dihate kirin. Lê piştî dewrgirtina van şaredariya bêtir ew dîmen zelal derkete holê.

Di dewrgirtina şaredariyan ji qeyûman dîmeneke wiha derdikeve holê ku berê me ev talan û dizî di dema êrîşên komên çete yên li Efrîn û deverên din ên dagirkirî de dîtin. Çawa ku wan çeteyan dema bajarek dagir dikir, her tiştê wî bajarî dikirin malê talanê hişmendiya vê sîstema qeyûman jî heman hişmendiye. Ew kesên ku wekî qeyûm tên tayînkirin van şaredariya wekî ji aliyekî wekî şirketa xwe ya malbatî bikar tînin û hemû malbat û dost û hevalên xwe digrin kar û ji aliyekî din ve jî ji ber ku ne malê bavê wan e hemû rê li ber dizî û talanê vekirî ne.

Yek ji van şaredariyên ku bi darê zorê hatine destserkirin jî şaredariya Rezan a Amedê bû. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 31’ê Adara 2019’an de bi rêjeya ji sedî 71 ê dengan bi dest xistibû, lê Huseyîn Beyoglu yê AKP’yî ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve li Şaredariya Rezan (Bağlar) hatibû tayînkirin.

Huseyîn Beyoglu şaredarî veguherandiye şîrketa malbatê. Beyogluyê ku berê ji ber sûcên wek talan, bertîl û diziyê û hê jî dosyayên wî didomin, di demên dawî de xesûya xwe wek cîgira şaredar tayîn kir û kurê xwe jî kir karmend.

Ev jî wê hişmendiya wan a dizî û talanê eşkere dike ku heta roja dawî jî û piştî ku encamên hibijartinan aşkera bûn jî xwestiye ku heta saatên dawî jî sûdê ji vê peywîra bibîne û peywira xwe ji bo dizî û talanê bikar bîne.

Niha jî piştî ku gelê kurd şaredariyên xwe ji destê van diz û talankeran derxistin dê di rojên pêş de bêtir bi belge û delîlan wan diz û talanan tevî aşkera bikin.

Niha barekî giran dikeve ser milê hevserokên nû yên şaredariya Rezan Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk û hemû rêveberiya nû ya şaredariyê. Divê bi şev û roj bixebitin da ku şaredariyê hinekî bi rêk û pêk bikin.

Hevşaredarên Rezan Sîraç Çelîk der barê vê mijarê de berê di nava sozên xwe yên hilbijartinê de gotibû: “Roja ku em şaredariyên xwe ji destê van dizan derxînin em ê hemû kiryarên wan ên qirêj ji gelê xwe re aşkera bikin û destê kê di wan diziyan de hebe, em ê wan jî ji şaredariya xwe biqewrînin.”

Ez bawerim di demeke nêz de wê hemû şaredariyên me van belgeyên dizî û talana wan aşkera bikin û li şûna wê sîstema qirêj a dizî û talanê projeyên li gorî daxwaza vî gelî amade bikin û bixin pratîkê.

Ez bawerim tevî rewşa talanê ya ku şaredarî deyndar kirine û bi milyonan deyn li şûna xwe hiştine dê şaredariyên me bi rêveberiya DEM Partî û gelê me bikaribe hemû projeyên li gorî daxwaz û hewcedariya vî gelî û van bajaran amade bike.

Gelê kurd di van hilbijartinên dawî de peyameke xwe ya zelal da hemû dost û dijminên xwe. Peyama gel ew bû ku ew êdî vê sîstema talanê qebûl nakin. Êdî vê zilm û zordariya ku li kurdan tê qebûl nakin. Siyaseta tecrîd û şer qebûl nakin û dixwazin şaredariyên xwe bi xwe birêvebibin.