17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê PDK dosyaya Arsûn radestî hikûmeta Iraqê bike

Hat ragihandin ku siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a dema ku dixwest ji bo dermankirinê biçe Ewropayê ji aliyê hêzên PDK'ê ve li Balafirgeha Hewlêrê hat binçavkirin, wê radestî hikûmeta Iraqê bikin.

Rêveberiya Nîşingeha (îqametgeh) a Hewlêrê di derbarê binçavkirina Siyaetmedara Kurd Azîme Arsûn de daxuyaniyek da û ragihand ew ê dosya Arsûn radestî hikûmeta Iraqê bikin.

Rêveberiya Nîşingeha Hewlêrê di derbarê binçavkirina Siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a li balefirgeha Hewlêrê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê dosya Azîme Arsûn radestî saziyên ewlehiyê yên federal ên Iraqê bikin.

Roja 2’yê gulanê Siyasetmedara Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Azîme Arsûn ku nexweşiyek wê ya giran hebû, dema xwestibû ji bo tedawiyê di ser balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê re derbasî dervey welat bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû binçavkirin.