7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Emîne Şenyaşar: Edalet wê bi piştevaniyê were

Emîne Şenyaşarê ji bo danişîna pêşîn a doza ku wê sibê ji nû ve bê dîtin a sê ferdên malbata wê hatibûn qetilkirin banga tevlêbûnê kir û wiha got: “Piştevanî çiqas mezin be wê edalet ew qas bi lez were.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’ê de li ber deriyê Edliyeya Rihayê daye destpêkirin dewam dike. Piştî komkujiyê dosyaya “kargehê” hate xirakirin û bi biryarekê bi dosyaya “nexweşxaneyê” re kirin yek. Danişîna ewil a dosyayê wê sibê bê lidarxistin.

Nûçegihanê Ajansa  Mezopotamyayê Omer Akin bi Emîne Şenyaşar re axivî. Emîne Şenyaşar, 780 roj in têkoşîna xwe ya edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne, ji bo danişîna doza ku li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin banga tevlêbûnê kir.

Êdî bes e ji bo vê zilmê

Emîne Şenyaşarê diyar kir ku li Tirkiyeyê edalet nîn e û anî ziman ku kurê wê Fadil Şenyaşarê girtî ye, 5 sal in li hucreya yek kesî tê ragirtin. Şenyaşarê goti:  “bila êdî kurê min bê berdan . Heta ku kurê min neyê berdan ez ê ji ber deriyê edliyeyê ranebim, ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Êdî em nikarin vê zilmê ragirin. Êdî bes e. Keçeke kurê min heye. Bavê xwe dixwaze.”

Şenyaşarê destnîşan kir ku ji bo her kesî edaletê dixwaze û wiha got: “Bila êdî ev zilm xilas bibe. Şenyaşarê têkildarî  têkoşîna edaletê ya 5 sal in dide wiha got: “Gelek zilm heye, em ji ber vê zilmê nikarin pişta xwe rast bikin. Heke edalet hebûya dema ji malbata min 3 kes hatin qetilkirin bila vê yekê bikin. Lê şûna wan kurê min ê bav û birayên wî hatin qetilkirin bi awayekî birîndarkirî birin nexweşxaneyê.”

Ez zilma vê hikumetê ji bîr nakim’

Şenyaşarê xwest ku edalet demildest bi cih were û wiha dewam kir: “Heta mirinê ez zilma vê hikumetê ji bîr nakim. Gelek zilm kirin. Li me xwest, em bi erdê re kaş kirin lê min bi tu awayî serî netewand, natewînim jî. Bixwazin bila bigirin bila bikujin. Heta ku kurê min were berdan ez ê li vir birûnim. Dema kurê min hate malê ez jî dê çalakiya xwe ya li vir bi dawî bikim.”

‘Edalet bi piştevaniyê tê’

Şenyaşarê bang li her kesên ku piştevaniya edalet û hiqûqê dikin kir û ev tişt gotin: “Ez dixwazim her kes ji bo me dua bike. Dixwazim her kesên ji me re edaletê dixwazim roja înê bi me re bin. Ez dixwazim kesên ji roja pêşîn ve em tenê nehiştin, li cem me sekinîn û piştgiriya me kirin tev li danişînê bibin. Piştevanî çiqas mezin be edalet jî dê ew qas bi lez were. Heke em xwedî li hev dernekevin, edalet nayê. Heta edalet neyê jî tu tişt di rê de naçe.”